ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-02-2021
9 sibat, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bi sernavê "Beşdarbûna ciwanan di kar û barên giştî de" komxebatekê li nivîsgeha xwe ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Sûriya Pêşerojê bi merasîmekê nivîsgeha xwe li navçeya Til Birak a kantona Qamişlo vedike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervan Derwîş bal kişand ser êrişên dawî yên hêzên dagirker ên li ser gundên Minbicê û got, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwaze liv û tevgera li eniyan asteng bike. Derwîş diyar kir ku  Meclisa Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çeteyekî DAIŞ’ê li xwe mikur hat ku şaneya wan li pişt qetilkirina rûspiyê êla El-Igêdat a li gundewarê rojhilatê Dêrazorê Şêx Itliyoş El-Lafî El-Şetat û kurê wî ye û wiha got, Serêkaniyê bûye cihê perwerdekirina çeteyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sivîlên ku ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li gundên dagirkirî koçber bûne da gotin: "Gund û bajarên ne bi armanca pêkanîna komkujî û wêrankirina herêmê hatin dagirkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên HPC’ê da zanîn ku pêwîstî bi hevgirtinê di nava şênî û hêzên ewlekariyê de hebe, da ku parastina civakê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên hiqûqnas ên Reqayê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê li Dadgeha Gel dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Kongreya Star civînan li navçeya Çilaxa ya Qamişlo û taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dardixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Samiya El-Xeşûf destnîşan kir ku şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê bi sûcên qetilkirinê hewl didin fitneyê di navbera şêniyên herêmê de derxînin û got: "Di parastina ewlehî û aramiya herêmê de em xwe dispêrin şêniyên xwe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidiro got, biryara erêkirina Koodînasyona Jinan ku bibe beşek ji sazûmaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke baş e û destnîşan kir ku koordînasyon lêvegera sereke ya çareserkirina hemû pirsgirêkên jinan ên di nava rêveberiyê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Hevbendiya Demokrat a Sûrî ya Reqayê Yehya Mehmûd got dewleta Tirk a dagirker hewl dide parçeyên dîtir ji xaka Sûriyê dagir bike û vegerîne mêtîngeran û mîna Lîwa Iskendron tev li xaka xwe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê ji Somaliyê Xalid Icîc got serok dema serokatiyê ya Abdullah Fermaco bi dawî bûye, lê israra manê dike, ji lew re dibe ku Somalî ber bi şerekî navxweyî ve biçe. (BI WÊNE).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan çalakiya kon li qada Şehîd Egîd dide destpêkirin, çalakî dê 3 rojan dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera 22'yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê pêşangeheke wêneyên rêber Abdullah Ocalan li qada Şehîd Xebat Dêrik vedike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Di beşa çandiniyê ya li herêmên hikumeta Şamê yên li Dêrazorê de paşketineke heye, her wiha şêniyan destnîşan kir ku wan karê çandiniyê hiştiye û got hikumeta Şamê bi paşguhkirina xwe dihêle şênî tev li komên çekdar bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA