Yehya Mehmûd: Dewleta Tirk hewl dide herêmên dagirkirî veguherîne mêtîngehan

Serokê Nivîsgeha Partiya Hevbendiya Niştimaniya Demokrat a Sûrî ya Reqayê Yehya Mehmûd got, dewleta Tirk a dagirker hewl dide parçeyên din ji xaka Sûriyê dagir bike û veguherîne mêtîngehan da ku mîna Lîwa Iskendron tev li xaka xwe bike.

Yehya Mehmûd: Dewleta Tirk hewl dide herêmên dagirkirî veguherîne mêtîngehan
9 sibat, 2021   02:59
REQA-EHMED EL-ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca qutkirina herêmên din ji xaka Sûriyê, êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û ji bêdengiya civaka navneteweyî sûdê digire.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî, sûcên dermirovê pêk tînin, lîreya tirkî ferz dikin, navên dîrokî bi navên tirkî diguherin, da ku wan herêmên mîna Lîwa Iskendron tev li xaka Tirkiyê bikin. Bi wê re tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî bin pê dikin.

Ji van sûcên herî girîng jî, serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan biryara vekirina zanîngeheke tirkî li herêmên Sûriyê yên ku dagirkirine da.

Serokê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat a Sûrî ya Reqayê Yehya Mehmûd wiha got: "Encama êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkbirina gelê Sûriyê ye û ew êriş bûn sedema koçberiya şêniyan."

Mehmûd wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide ji nû ve împratoriya Osmanî vegerîne. Me ev yek jî ji destpêka krîza Sûriyê ve dît. Her wiha dewleta Tirk plan dike ku xaka Sûriyê mîna Lîwa Iskendron tev li xaka xwe bike."

Mehmûd bêdengiya Amerîkayê rexne kir û wiha pê de çû: "Rêveberiya Amerîkayê ya nû hîna jî bê deng e. Wê jî hişt ku dewleta Tirk a dagirker êriş û sûcên xwe gurtir bike."

Mehmûd rola Rusyayê şermezar kir û wiha axivî: "Rûsya diruşma bidawîkirina krîza Sûriyê û rizgariya gelê Sûriyê ji azar û krîzan hilda. Lê eşkere bû ku ew danûstandin û bazariyê bi dewleta Tirk re li ser projeyan li Sûriyê dike. Bo nimûne Rûsya, Efrîn radestî dewleta Tirk a dagirker kir û ew jî bi bazariyekê li hember radestkirina Xûta Şerqiyê pêk hat."

Yehya Mehmûd bi domdarî got: "Em wek partiyê tevahî şêweyên dagirkirina her bihosteke ji xaka Sûriyê şermezar dikin û xebata me ji bo valakirina Sûriyê  ji tevahî nakokiyan û tevahî komên çekdar ên girêdayî ajandeyên derve ye."

Mehmûd destnîşan kir ku dewleta Tirk tu xêrê ji welat re naxwaze, lê berovajî wê dixwaze wê talan bike. Ev yek jî dema dewleta Tirk derbasî Sûriyê bû hat xuyankirin, tevahî alavên tenduristiyê dizîn, berhemên çandiniyê û şûnwar dizîn, heta dar hilkirin.

Mehmûd wiha da zanîn: "Sûcên dewleta Tirk nîşaneyên ku ew tu xêrê ji welatê me re naxwaze. Lê belê dewleta Tirk herêmên dagirkirî mîna parçeyekî ji xaka xwe dihesibîne. Lê dema em van sûcan dibînin û guhartina pereyan dibînin, diyar dibe ku ew dagirker e û dixwaze van herêman tev li xaka xwe bike, mîna çawa Lîwa Iskendron tev li xaka xwe kiriye."

Mehmûd her wiha got: "Em şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê hevgirtî bin û bibin mertal, da ku van dagirkeran ji xakên xwe derxînin. Divê gelê Sûriyê tevahî ji hember van komployan hişyar be û li hember dagirkeriyê bisekine."

Serokê Nivîsgeha Partiya Hevbendiya Niştimaniya Demokrat a Sûrî ya Reqayê Yehya Mehmûd li dawiyê bang li civaka navneteweyî, bi taybert dewletên ku xwe wek garantorê gelê Sûriyê dibînin kir ku roleke aktîf di derxistina dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê de, li gorî biryarên navneteweyî bilîzin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4mO5Kt4rkE0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>