​​​​​​​Kalkan: Wê di sala 23`an de rê li azadiya Ocalan vebe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku di sala 23'yan a têkoşînê de wê pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê ku pirsgirêka Kurd didomîne, were hilweşandin û rê li ber azadiya fizîkî ya Rêber Apo vebe.

​​​​​​​Kalkan: Wê di sala 23`an de rê li azadiya Ocalan vebe
9 sibat, 2021   07:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ku tev li bernameyeke Medya Haber TV bû, komploya navneteweyî ya 15`ê Sibatê nirxand.

Beşa duyemîn ya hevpeyvînê wiha ye:

Têkoşîneke çawa hate dayin ku piştî ev qas dem rastiyeke tevgerê û gel a li ser piyan heye? Di vê pêvajoyê de çi hate jiyîn?

Têkoşîna herî mezin a dîrokê, ya herî wêrek, bi fedekarî, nirxên ku yên xwedî adalet, kûrfikir, dixwazin fêhm bikin, ku rastiya mirovahiyê, ya jiyana azad fêhm bikin, di vir de veşartiye. Ev 23 sal in Rêber Apo li dijî komployê têdikoşe. Tevger û gelê me têdikoşe. Ev 22 sal in li dijî pergala êşkence û tecrîdê ya li Imraliyê têdikoşin. Ev 22 sal ne hindik in. Pêvajoyeke dirêj û komplo di qonaxên taktîk ên stratejîk derbas bû. Pêvajoyên têkoşînê yên cuda çêbû. Hemû plansaziyên komploger heta niha hatine pûçkirin.

Dawiyê vê dibêjin. Çi derkete holê? DYE û hêzên kompologer çi jî bikin bi ser neketin. Komplo nebirin serî. Êrîşa 9'ê Cotmeha 1998'an a li ser Rêber Apo, êrîşa îmhayê bû. Komplo plansaziyeke rojekê bû. Dixwestin ku Rêber Apo di nav rojekê de îmha bikin. Hem jî bi rengê ku diyar nebe bê ka kê kiriye, li ezmanan. Piştre bawer dikirin ku PKK wê tasfiye bibe têkoşîna azadiya Kurd nemîne, qirkirina Kurdan bi rehetî bidomînin, ji nakokî û şerê di vê pêvajoya qirkirinê de sûd werbigirin. Têkoşîna dijî komployê ji vir dest pê kir. Pûçkirina komployê di roja pêşî de dest pê kir. Pêşî ji Şamê derxistin, birin Atîna, paytexta Yewnan, ji wir dîsa bibirana Deryaya Spî û lêdana! Rêber Apo venegeriya. Bi vî rengî pêşî li imhayê girt. Piştre dema ku çûyî Rûsyayê vê carê berê xwe dane Rûsyayê bê ka dikarin bistînin, ew jî nebû. Nêçîrek dane destpêkirin. Gelek pere dane Rûsyayê û ji wir derxistin, birin Romayê. Li Romayê her cure zext danîn, muxalefeta Italya jî di nav de, dewleta Tirk jî sazkar kirin û her cure zext danîn. Hikûmeta Italayê nema karî li ber xwe bide, dawiyê derew, dek û dolan gerandin, soz dane Rêber Apo, dîsa şandi Moskowê û kirin ber kontrola CIA'yê. Li wir jî hinek soz dan. Dîsa ji wir birin Yewnan bi rêbazên komploger xwe li îmhakirinê ceribandin. Dema ku Rêber Apo hemû hewldanên wan pûç kir vê carê jî soz dan û birin Kenyayê, Başûrê Efrîkayê. Gotin cihê ku tu bixwazî em ê te bibin, Yewnanîstan soz da, kemîn danîn û ew birin Imraliyê, rewş ev qasî aşker ye.

Ji bo îmhakirniê çar mehan ketin pey. Dema ku nekarîn ku îmha bikin jî xwestin ku îdam bikin. Niha Rêber Apo gelek derdor qanih kir ku komplo bi qasî Kurdan her wiha li ser Tirkiyê, Rojhilata Navîn e jî. Hesabê yên ku 15'ê Sibatê kirin ev bû: TC di cih de wê dar ve bike, di rewşeke wiha de ku Rêber Apo nîne, digotin temenê PKK'ê herî pir 6 meh in. Mirov bala xwe bide çapameniyê, nirxandina gelek kesan wiha bû. 6 meh temen dane PKK'ê. Tebaxê wê PKK nemabûya, tine bibûya. Hesab ev bû. Niha 22 sal çûn. 44 aran 6 meh çûn.

Komplo çi qasî ne serkeftî bû? Komplo çi qasî hate pûçkirin? Hesabê wan çi qasî xira bûye derkete holê. Weke roniya rojê aşker  ye. Rêber Apo bi nirxandin, helwesta xwe, ku rastiya datînê holê, komployê ronî dike, bi helwesta xwe ya li ser jiyana azad, demokratîk, bi xwîşk û biratî ev xira kir.

Helbet, tevgera me xafil bû. Piştî 15'ê Sibatê rastî dît. Xwedîderketina xurt û watedar a li Rêber Apo geş bû. Gel, tevger bû yek û îdam pûç kir.

Piştre gotin ew ê di pergala Imraliyê de tine bikin. Hikûmeta Ecevît-Bahçelî-Yilmaz ava kirin. Hikûmeteke sosyal, demokrat, lîberal û milliyetgir bû. Xwedêgiravî li Imraliyê bi polîtîkaya rizandinê wê tine bikriana. Rêber Apo wê nekarîb3uya bixwenda, bifikiraya, ango fikir hilneberanda û PKK jî wê xwe nekariya ragirta. Rêber Apo di şertên herî zor de ya ku kesî nekarî bike, pêk anî, fikrên nû danî. Di pirsa Kurd de bi asta Rojhilata Navîn bi formula Rojhialta Navîn a Demokratîk, Kurdistana Azad, çareserî danî holê û hemû hêvî û hesabên komplogeran pûç kir. Rêya PKK'ê vekir, rê li Kurdan vekir, piştre paradîgma guherand. Piştî ku hikûmeta Ecevît têk çû vê carê hikûmeta dînîgir, umetgirya Îslamî AKP peywirdar kirin. Gotin bi destê AKP'ê em komployê bibin serî. Li dijî vê Rêber Apo şoreşa herî mezin a hişmendiyê ya dîrokî pêk anî. Paradîgmaya geuherand û ji hêla îdeolojîk ve nûbûnek anî. Li ser xweseriya demokratîk çareseriya konfederalîzma demokratîk danî. PKK ji  desthilatdarîxwazî-dewletxwazî derxist. Li ser azadiya jinê û ekolojiyê paradîgmaya civakîparêz danî. Bi vî rengî projeya çareseriyê ya bingehîn a pirsa Kurd jî û ya pergala desthilatî û dewletî jî danî.  Konfederalîzma demokratîk ya li ser xwesreiya demokratîk van vedihewîne. PKK, bi vî rengî kir hêza pêşeng a çareseriyê û wiha hikûmeta AKP'ê têk bir.Ew jî pûç bû. Piştî vê 20'ê Tebaxa 2005'an li ser hîmê şerê faşîst ê qirker ê giştî êrîşê tîne. Em li dijî vê li ber xwe didin. Ev jî ji qonaxên cuda derbas bû. Niha, nexasim ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve bêrawest dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê, ji DYE'yê, NATO'yê, ji hêzên ku ji pirsa Kurd dixwin sûd werdigire û li dijî Rêber Apo, PKK'ê şer dikin û em jî li dijî van li ber xwe didin.

Em bala xwe bidinê Rêber Apo li ber xwe dide, gerîla li ber xwe dide, hemû partî li ber xwe dide, jin û ciwanên Kurd li ber xwe didin. Gelê Kurd, li çar parçeyan û yên li derveyî welat dostên Kurdan li ber xwe didin. Partiyên pêşverû, şoreşger, dmeokrat, çepgir û sosyalîst, derdor û şexs li ber xwe didin. Hemû bi Kurdan re bûne yek. Li dijî pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê radibin. Niha ev têkoşîna 22 salan têkoşîneke dijwar bû. Bi deh hezaran şehîd me dan. Bi sed hezaran girtî. Kurdan nexwe, venexwar, jiyan rawestiya, Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk azadîxwaz a Kurd têdikoşe. Me ev qas êş dît, zor û zehmetî me dît lê yek ji van belesebeh neçû. Ev lîstika mezin bi asteke mezin hate xirakirin.  Pirsa Kurd pirseke çawa ye, çawa ji bo her kesî kemîn e, Rêber Apo ji vê re ''Kemîna Gur' got. Bi rastî jî ev bi têkoşîna 22 salan derkete holê. Fikra azad a Kurd, rêxistiniya wê jî wê bihata tinekirin.

Geşedan li ber çavan in, Bakur ev 30 sal in şoreşa vejînê dijî. Her çendî asteke demokratîkbûnê dernexistibe holê jî Başûr ev 30 sal in xwedî statûyekê ye. Şoreşa Rojava çêbûn. Ev pir girîng in, ev 9 sal in şoreş heye. Karîgeriyeke zêde ya van li ser Rojhilata heye, Kurdên li derveyî welat di vê têkoşînê de bi roleke girîng radibin.

Zêdetir jî geşedanên îdeolojîk. Ev pir girîng in, Rêber Apo ber bi pêvajoya komployê ve di pozisyoneke wiha de bû ku Rêbertiya partiyekê bû ku fermandariya tevgereke gerîla dikir. Di pozîsyona Rêberê gel de bû lê di nav pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê de li dijî komploya navnetewî di nav têkoşîna 22 salan de çi kir? Guherîna paradîgmayê kir. Ji hêla îdeolojîk ve nûbûneke mezin anî. Şoreşa herî mezin a zêhnî ya dîrokê pêk anî, rê li ber geşedaneke mezin a entelektuel kir û bûyineke rêbertî pêk hat. Jê re bûyina 3'yan a Rêbertî got. Ev ji hêla teorîk û felsefîk ve kir, ji hêla xeta îdeolojîk û polîtîk ve. Ji hêla leşkerî, pratîk, şêwaz, stratejîk, şêwaz, tatkîk û tempoyê ve kir, ji her alî ve xwe nû kir. Ji rêbertiya partiyekê, bû rêbertiya gel, rêya rizgariyê şanî hemû çewisandiyan, da. Rêya azadiyê şanî jinan, gelan, karker û kedkaran da. Bû rêberê van hemûyan, bû gerdûnî, global. Ji asta Rêbertiya netewî bihurî, bû rêbertiya gelan, çewisandiyan, jinan, ciwanan, bi asta cîhanî. Niha her kes lê xwedî derdikeve.

Em bala xwe bidinê ji bo parçebûna pergala tecrîd û êşkenceyê ya li Imraliyê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji asta netewî zêdetir bi asta navnetewî ye. Karker, kedar, jin û ciwan rê ve dibin. Jinên cîhanê zanîna jinan a ku Rêber Apo daniye, lê hûr dibin. Bala xwe didin ser tevgera azadiyê ya li Kurdistnaê, gerîlayên jin, ji wir hêzê distîni, li fikir digerin. Li hêza ku ev daniy holê xwedî dertên .Ango sendîkayên karkeran, hemû sendîkay^ne karekeran, li Ingilistanê dest pê kir, li Ewropayê û Efrîkayê belav bû. Lê xwedî dertên .Hêzên şoreşger, demokratîk li partiyê xwedî dertên. Li dijî zext û tecrîdê daxuyanî dan.

Heke mirov bala xwe bidiyê kampanyaya azadiya fizîkî ya ji bo Rêber Apo ji bilî Kurdan li hemû deverên cîhanê didome. Her kes tevlî dibe, her kes dibêje, divê pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê parçe bibe, keda Rêber Apo li ser me heye. Divê em ji bîreweriya wî sûd werbigirin. Ji bo me jî bîra wî sûdewar e, divê ew mêjî bifikire, ew ziman biaxive, em jî jê sûd werdigirin. Di berjewendiya me de jî xwedî helwest e, helw dide. Li her kesî xwedî derdikeve. Rewş ev e. Bi serê xwe ev jî geşedaneke mezin e.  Ya pêşî, pêkanîna guherîna paradîgmayê ya bi vî rengî, rewşeke wiha daniye holê ramanên azadiyê ku dîrokê bi ser neketine, ên ku bi ser ketine jî nekarîna ku bidomînin derketiye holê.  Ji bo bizavên azdiyê rêya serkeftinê, serkeftinê vekiriye. Şoreşeke wiha ya dîrokî ya hişmendiyê ava kiriye. Niha ev rastî bi vê astê berbelav dibe.

Bala xwe bidin ser Kurdan, beriya Rêber Apo û PKK'ê kesî ew nas nedikrin, kesek li pişt tevgera Kurd nedisekinî. Berevajî, Kurdistan kana paşverûtiyê bû. Qadeke wiha bû ku emperyalîzm, mêtîngerî herî pir li wir rehet bû. Niha ji bo ku kesê ku bîrewerî, çalakgerî û giyanê berxwedêriyê pê re heye, ji wanre bûye biryargeh. Me geşedanên îdeolojîk û siyasî vegot. Xwenûkirina partiyê, geşbûna gerîla ya li ser asta nû, geşbûna rêxistiniya jin û ciwanan a li ser hîmê paradîgmaya nû,  hatine asteke wiha ku pêşengiyê li avakirina neteweya demokatîk bike, ev hemû vê pêvajoyê derxistin holê.

Em behsa karîgeriya wê ya li ser aliyê dijber bikin, ku bi çend hevokan me ev got lê yên ku di 6 mehan de PKK diqedandin, 44 caran 6 meh derbas bûn, niha dibêjin, PKK wê hemû Rojhilata Navîn bi dest bixe. Ketine tirs û fikaran. Rêveberiya TC'ê bi komploya 15'ê Sibatê digotin ew ji Apo û PKK'ê xilas bûne. Niha jî 24 saetan ranekevin, naxwin, venaxwin, bi tirsa Rêber Apo, PKK'ê û azadbûna Kurdan ditirsin. Her çi jî kiribin hêzên komploger li bara têkoşînê nekarîn li ser piyan bimînin, hatin ber hilweşandinê. Belawerla bûn. Ew yekîtî, hegemonya ku her kesî rê ve bibe ya DYE'yê nema. Gelek derdor bi rexnedayîn nêzîk bûn. Dîtin ku şaşî kirine. Hin alî dixwazin rast bikin. Li gelek qadan ev dibe. Jixwe desteka li qada navnetewî, geşbûna têkoşînê ya ji bo azadiyê vê aşkere nîşan dide.

Naxwe ti tiştek ne beleheq bûye. Em êşên mezin jiyan. Me gelek şehîd dan. Xwîn rijand. Bêguman me ev nedixwest. Ji bo ku ev nebin Rêber Apo derkete Ewropayê, projeya siyaseta demokatîk a pirsa Kurd danî holê. Ji bo ku ev nebin bang li her kesî kir. Heta dawiyê li ber xwe da. Sûcdarê vê ne em in. Li gel ku Rêber Apo, tevgera me nexwest ku ev bibe jî hinan ev xwestin. Hêzên komploger, ên dixwestin ku pirsa Kurd bidome, feyde ji vê dîtin. Dijminên Rêber Apo û PKK'ê, dijminên Kurdan ev xwestin. Berpirsê van geşedanên giran ew in.

Di sala 23'yan a têkoşînê de wê rengê têkoşînê çawa be?

Em tevger û gel bi pêngava azadiyê 'Dema Azadiyê ye'' dikevin sala 23'an. Di sala 22'yan de me plana îmha û tasfiyekirinê pûç kir. Ji niha û pê de jî ji bo hilweşanddina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ku vê planê ferz dike, me pêngaveke berxwedanê da destpêkirin. Em têkoşîna bes e ji tecrîd, dagirkerî, faşîzmê re, dema azadiyê ye, ku armanc dike pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê parçe dike û bi vê re azadiya Kurdistanê, demokratîkbûna Tirkiyê û Rojhilata Navîn daye ber xwe didin. Ango em tevger û Rêbertî ji bo ku faşîzmê ku dixwaze me îmha û tasfiye bike bi pêngavekê rabûne. Ango em bi pêngavê ketin sala mîladî ya 2021'an. Bi pêngavê ketin sala 43'yan a damezirandina partiya me.

Niha li dijî komploya 15'ê Sibatê de di sala 23'yan a têkoşînê de em pêngavekê didin destpêkirin. Di sala 23'yan de me tevgerê û gel ev sal kiriye sala serfiraziyê. Îdîaya me ev e û hêza me heye ku em vê pêk bînin. Em tevger wiha ne, hemû hevalbendên me jî. Bi hemû mirovahiyê re em li ser vê mijarê yek in. PKK jî wiha. Tevgera azadiyê jinê jî, hêzên demokratîk ên Tirkiyê jî, em Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan jî bi pêngavê rabûne. Bi hemû hêzên demokratîk, şoreşger, azaddîxwaz, karker û kedkaran re em dikarin eynî pêngavê bidomînin. Em di nav pêngavê de ne. Pêngav ne tenê li parçeyekî Kurdistanê, li Tirkiyê, Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê didome. Bi her cure çalakiyê didome. Ji ber ku êrîşa şerê taybet a faşîzma qirker li ser me hey. Êrîşa îmha û tasfiyekirinê li ser me heye, em jî li dijî vê berxwedana giştî dikin.  Her kes li ber xwe dide. Rêbertî li ber xwe dide, tevger, jin, ciwan, gel, dost, çar parçe Kurdistan li ber xwe dide, cîhan û Rojhilta Navîn li ber xwe dide. Her kes hêza xwe çi be, ji bo ku faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin li ber xwe didin, Gerîla şer dike, jin, ciwan çalakiyan, serhildanan dikin. Karker, kedkarên Kurd li her deverê rabûne ser hildanê, li hemû cîhanê wiha ye. Her roj 15-20 çalakî dibin.

Tê xwestin ku pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê were şikandin, Rêber Apo ji hêla fizîkî ve were azadkirin. Destek ji bo pêngava 'Dema Azadiyê' heye. Ev her ku diçe wê bidome, berbelav bibe, ev geşedan aşkere ye ku wê pir zorê li faşîzmê bike. Aniye ber rewşa hilweşandinê û wê hilweşîne. Bawerî û hedefa me ev e. Bi teqezî vê salê li dijî komployê di sala 23'yan a têkoşînê de pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê ku pirsgirêka Kurd didomîne, navenda qikriina Kurdan e wê were hilweşandin, rê li ber azadiya fizîkî ya Rêber Apo vebe. Em ê vê pêk bînin. Hêza me heye. Ya tevgerê jî. Ya gel jî. Em kêmasiyên xwe temam dikin. Em dixwazin çalakiyên afirandêr deynin holê. Em dixwazin ku gerîla bêhtir karîger şer bikin, jin û ciwan zêdetir xurt bibin û li her deverê berbelav bibin, ne ku rengên çalakiyan dubare bikin, em geş bikin.

Em çalakiyên ku tenê propagandayê dikin, faşîzmê teşhîr dikin, derbê li faşîzmê didin û bi rengên cuda derbê lê didin, hildiweşînin derxînin pêş. Em çalakiya domdar, geş dibe derxînin holê. Ev dikarin werin kirin, heke mirov ji vî alî ve kûr bibe geş dibe. Kêmasî di vî alî de xuya dike. Hin dever li gorî xwe belawela dibin. Hin jî şaşî hene. Li gorî xwe ji armancê dûr dikevin, em bawer dikin ku ew rastiyê dibînn. Ji xafilbûnê xilas bibin. Her kes wê li hedefa sereke ya pêngava me 'Dema Azadiyê ye' bibe yek û tecrûbeya 22 salan ku têkoşînê daniye holê veguherîne ser destkeftinên mezin ên azadiyê. Ev çiye? Azadbûna fizîkî ya Rêber Apo, ev tenê ne ji bo şexsekî ye, ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd tenê ye jî, vaye hemû cîhan dibêje azadiya me ji wir derbas deibe. Di berjewendiya her kesî de ye, ya jin, çewisandiye, ciwanan, geşedaneke ku mizgîninya berjewendiya her kesî dike û em hêvî dikin ev di sala 23'yan de derkeve holê. Li ser vê mijarê biryardariya me teqez û tema e. Heta dawiyê em ê têbikoşin.

 

Li gel ku tê astengkirin jî çalakiyên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê didome. Piştgiriyeke mezin derketiye holê. Çima ji ber qeyyûmekî ev qasî çalakî çêbûn û deng veda?

Divê em ji gelek aliyan lê binihêrin. Aliyê pêşîn têkiliyên Tirkiye û Kurdistanê yên bi hev re ne. Him têkiliya êrîşên paşverû û him jî rewşa ku têkoşînên demokratîk, azadîxwaz û şoreşger bandorê li hev dikin. Dixwazim vî tiştî bibêjim, pêngava me ya ‘Dem dema azadiyê ye’, têkoşîna li ser vê bingehê û HBDH’ê pêngaveke wisa da destpêkirin. Van tiştan bandoreke mezin li qada Tirkiyeyê kir.

Ev bandor her dem heye. Di têkoşîneke wisa de çalakbûna ciwanan her dem heye. Em dizanin ku ciwan hene ku li ser bingeha şoreşger pêşengtiyê ji têkoşînên demokratîk û azadîxwaz dikin. Rêber Apo jî wisa dest pê kiribû. Têkoşîna azadiyê ya li Kurdistane ji nav tevgera şoreşger û demokratîk a Tirkiyeyê derket. Rêber Apo gotibû ku ez sempatîzanê THKP-C’yê me. Diyar kiribû ku hevokeke Mahîr Çayan a li ser cîddîyeta doza Kurdan bandor li wî kiriye û bûye sedem ku bi awayekî cîddî ew nêzî çareseriya doza Kurdan bûye. Ji wir dest pê kir. ADYOD tevgereke şoreşger a yekgirtî bû. Tevgera Apoyî yek jî wan tevgeran bû ku bi awayekî çalak tevlî nav ADYOD’ê bûbû. Têkoşîna li Kurdistanê aliyekî wê bû Şoreşa Azadiya Kurdistanê û aliyê wê yê din jî bûye Şoreşa Tirkiyeyê. Bû mil û parçeyekî Şoreşa Demokratîk a Tirkiyeyê. Gerîlatiya li Kurdistanê çawa Kurd azad kirin, Tirkiye jî demokratîktir kir. Di çara pênc salên dawîn de me ev tişt bi şêweyê Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan, veguherand têkoşîneke yekgirtî. Tevgera şoreşa yekgirtî ya jinan heye. Ya ciwanan heye. Li Ewropayê hêzên şoreşa yekgirtî têdikoşin. Li Tirkiyeyê ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê Hêza Şoreşger a Yekgirtî heye. Ez dixwazim vî tiştî bibêjim, ji ser van geşedanan divê em li vî tiştî bipirsin, ev bûyer êdî ji tevgera ciwanan a li zanîngehan derbas kiriye, ji meseleya qeyyûm derbas kiriye. Rektor hatiye hilbijartin an na, ew jî derbas kiriye. Vê çalakiyê li Tirkiyeyê bandor li hemû kesan kir. Bandor li hemû karker, kedkar, hêzên şoreşger û demokratîk, Kurd, jin û Elewiyan kir. Pê re jî bandor li dinyayê kir. Ewropa û Emerîka jî di bin bandora wê de ye.

Ev çi nîşan dide, rewşeke balkêş e. Bi qeyyûm an jî hin mafên ciwanên zanîngehê nayê îfadekirin. Erê, ciwanan destpêkeke baş kirin, nexwe derfet hebû. Daxwazên wan jî gelekî maqûl e. A niha tiştekî cihê nakin. Dibêjin em qeyyûm naxwazin. Heke zanîngeh wê xweser bin, wê bibe maka zanista azad, divê zanîngeh rektor û dekanê xwe hilbijêre. Her dem wisa bû. Ya rast Tayyip Erdogan bûye xwendekar, em nizanin. Ne diyar e ku ka zanîngeh xwendiye yan na lê min xwend. Ez yek ji xwendekarê zanîngeha Enqereyê me. Zanîngehê hemû dekan û rektorê zanîgnehê hildibija, fakulteyan ew hildibijartin. Li Tirkiyeyê her dem wisa bû. Wekî li Kurdistanê dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê ev tişt jî veguherand qeyyûmtiyê.

Daxwaza ciwanan ev e. Ji nişka ve ev tişt derbas kir û hemû kesan xwe di nav de dîtin. Çima? Divê em li ser du tiştan bisekinin. Yek jê divê em bibînin ku dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê çi ye. Rejîmeke wisa ye ji dîktatoriyên 12’ê Îlonê û 12’ê Adarê yan jî ji dîktatoriyên din cihêtir e. Gelekî derewîn e, demagog e, şerê taybet dimeşîne, her cure zext û terorê dike. Dîktatoriyeke ku destûrê nade tu tiştî. Ev jî ji ber tirsa hilweşandinê ye.

Çend xwendekaran dema diyar kirin ku ew dixwazin li hemberî qeyyûm rektorê xwe hilbijêrin, rejîma Erdogan û Bahçelî dîtin ku pergala wan a çend salan dike hilweşe.

Nexwe li ber hilweşandinê bûn û 24 saetan di nav tirsê de ne. Ji ber vê jî destûrê nadin tiştekî biçûk jî. Ditirsin ku li zanîngehan çend ciwan bimeşin û wê wan hilweşînin. Nexwe dibêjin bila tu kes tiştekî cihê neke, nebêje. Diyar dikin bila mîtîng û çalakî pêk neyê. Bila bêdengî û zext hebe, faşîzmeke wisa li tu derê tune.

Ji aliyê din ve jî derket holê ku ev faşîzm nayê qebûlkirin. Hemû kesan piçekî be jî di azadiya Kurdan de xwe didîtin. Bi rewşeke pratîk vê helwesta ciwanan dîtin, hemû kesan rizgariya ji faşîzma AKP û MHP’ê di wir de dîtin. Ji ber vê jî hemû kesan piştgirî dan. Mirovan piştgirî dan vê tevgerê, ji ber ku di vir de çirûska rizgariya ji faşîzma AKP û MHP’ê dîtin. Ya duyemîn, nexwe her kes li dijî faşîzma Erdogan û Bahçelî bûne.

Ji her eniyê piştgiriya xwendekaran hate kirin. Hemû hêzên şoreşger û demokratîk, gelên Tirkiye û Kurdistanê, ji Ewropayê heta Emerîkayê gelek aliyan piştgirî dan. Ev çi nîşan dide. Evqas piştgirî ma ji bo hilbijartina rektor e. Na. Ji bo faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin, Tirkiye bibe welatekî demokratîk, hemû kes dixwazin ev faşîzm hilweşe. Ev rewşeke gelekî zelal û girîng e. Ji bo ku vê têkoşîna dirêj bandora li civaka Tirk, dinyayê bike, berxwedana Kurdan, jinan, ciwan û girtiyan rê li ber vî tiştî vekir. Nexwe tam amade bûye. Gotineke Mao hebû, digot gelo çirûskek dikare agir bi deştekê bixe? Va ye pê dixe.

Hema bibêje li hemû bajaran qedexe hatine îlankirin, li dijî gerîlayên Kurdistanê li her derê operasyon tê kirin. Gotibûn qediyaye. Gelo çima li dijî hêzeke ku qediyaye, operasyon tê kirin?

Ez careke din di şexsê Dilşêr Herekol de hemû şehîdên HPG û YJA Starê bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Şehadetên li Heftanîn, Serhed, Dêrsim û heta Amanosê bi bîr tînim. Gerîla li her derê li ber xwe dide, wê li ber xwe bide jî.

Di du aliyan de mirov dikare binirxîne, yek jê tirsa wan e, çawa ku dema xwendekarên zanîngeha Bogazîçiyê gotin em rektorê qeyyûm naxwazin, tirsiyan ku ‘wê rejîma wan hilweşe’ dema gerîla li çiyayan azad digere, li qadên azadiyê dimeşe, dema ku bi ser de çalakiyan dike, dijmin diqutife. Jixwe gerîla her roj bi jiyan û çalakiyên xwe çirûskên azadiyê vêdixe û bandorê li hemû kesan dike. Bandorê li Kurdistan, Tirkiye û dinyayê dike. Faşîzma AKP û MHP’ê ketiye bin tirsa vê bandorê. Ji bo ku nehêlin du ciwan bimeşin her tiştî dikin, ji bo bandora gerîlayan a ku roj bi roj mezin dibe jî bi destê dewletê êrîşê didin kirin. Hemû derfetên xwe seferber dikin.

Va ye hatin Iraqê, hatin Hewlêrê lava kirin, çûn Elmanyayê, çûn Îranê, çûn Rûsyayê. Dibêjin ku wê Erdogan biçe Îranê. Tekane sedema vê dîplomasiyê heye. Ji bo ku li dijî gerîlayan hêzê çêbike. Destûrê nedin ku tu kes piştgiriyê bidin gerîlayan. Piştgiriyê asteng bikin.

Va ye hûn dibînin faşîzma AKP û MHP’ê diçe û tê. Hemû derfetên xwe li dijî gerîla bi metodên hovane bi kar tînin. Ji ber ku yê berxwedan, fikra şoreşger, azadî û demokrasiyê belav dike û didomîne, gerîla ye. Hebûn û çalakiyên gerîla êdî bandorê li civaka Kurdan, jinan û ciwanan dike. Di heman demê de bandorê li civaka Tirkiye û her dera dinyayê dike. Ji belavbûna vî tiştî ditirsin. Li ciwanan li wir jî û yê li çiyê jî didin. Ev gelekî dişibe hev. Ji ber vê jî her der qedexe kirin. Her roj bi hovane êrîş dikin. Ji bo ku gerîla tiştekî neke, bandora gerîla belav nebe, hemû hewldana wan ev e.

Ya din aliyekî din ê meseleyê heye. Nexwe gerîla qediyabû, Soylû digot evqas maye, li qadeke ewqasî fireh, li Colemêrgê, Dêrsimê, Mêrdînê, Botanê û li qada Serhedê operasyonê li sedan cihî dikin ku jixwe ev hemû qadên qedexe ne ango qadên leşkerî ne, nexwe li vir gerîla hene û li vir şer heye.

Heke gerîla qediyabe, kî şer dike. Heke we gerîla dabe sekinandin û qedandibe, çima li van qadan hûn îlana şer dikin. Ev jî diyar dike ku gotinên wan çiqasî vala ye û ji bo xapandina civakê ye.

Jixwe ev qedexe wan dide dest. Ya duyemîn jî li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê çend jin dane sekinandin. Dema li wir kêm dibin, berê xwe dide wan. Heke te gerîla qedandiye, çima tu bi mehan wan li wir dide sekinandin. Ew li wir çi dikin. Ji aliyekî ve tu yê bibêjî min ew qedandiye û ji aliyê din ve jî ji bo têkoşîna li dijî gerîla tu yê xwe bi wan girêbidî. Ev tişt hevdu nagire.

Erê, gerîla şer dike wê şer bike. Heval dinirxînin. Wê guhertin û sererastkirinên pêwist bikin. Di pêvajoya pêş de bi pêşengiya şehîdan wê tevlêbûna pêngavê zêdetir be, wê pêşengtî zêde bibe, li ser bingeha serkeftina pêngava azadiya şoreşa Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk, wê serfiraziyên mezin pêk were.Gerîla xwedî vê formasyon, ast, rêxistinbûn, perwerdehiyê ye ku pêşengtiyê bike.

Li ser cesaret û fedakariyê tu gotin tuneye ku mirov bike. Ez serkeftinê ji hemûyan re dixwazim. Di şerê li dijî komploye de bûn pêşengên şer. Di sala 23’emîn de jî wê vê pêşengtiya xwe li ser xeta serfiraziyê bidomînin.

(cx)