Desteya Rûspiyan: Em ê li hemberî hewldanên derxistine fitneyê bibin bendeke xurt

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku QSD`ê ya ku ji ciwanên qebîleyên herêmê pêk tê, herêm ji terorê rizgar kir.

Desteya Rûspiyan: Em ê li hemberî hewldanên derxistine fitneyê bibin bendeke xurt
9 sibat, 2021   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî nûçeyên ku hinek malperên nûçeyan û medya civakî belav kirine ku dibêjin hin rûspiyên Ereb ên herêmê gotine divê eşîrên Ereb li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk derkevin û ciwanên xwe jê derxin, daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyaniya desteyê wiha ye:

 “Hin kesên ku li ser malperên medya civakî axivîne û banga derxistina fitneyê û têkbirina ewlehiya herêmê kirine, em dibêjin ku îdiayên wan ne rast in. Herêmên me bi saya têkilî û nirxên civakî û ruhê welatparêziyê yê di navbera civaka me de ku ji Ereb, Kurd, Suryan, Keldan û Asûran pêk tê di bin sîwana QSD`ê de ku ji ciwanên pêkhateyên herêmê pêk tê, ji terorê rizgar bû.

Baweriya me bi eşîrên Ereb heye ku li hemberî van bangawaziyên ku derxistina fitneyê û şerê navxweyî armanc dikin, bibin yek.

Ev eşîr û qenbîleyên Ereb û Kurd ên resen û rûspiyên wan li ser bingeha welatparziyê, xurtkirina têkiliyan di navbera pêkhateyên herêmê de û jiyana hevbeş, dê li hemberî hewldanên derxistina fîtneyan û têkbirina ewlehiya aştiyane ya li herêmê bibin bendeke xurt.“

(şx)

ANHA