Hikumeta nû ya Sûdanê hate avakirin

Serokwezîrê Sûdanê Abdullah Hemedok ragihand ku hikumeteke nû hate avakirin.

Hikumeta nû ya Sûdanê hate avakirin
8 sibat, 2021   19:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemedok got, lihevkirin li ser tevahî wezaretan çêbûye, lê lihevkirinê li ser wezareta perwerde û fêrkirin tenê çênebûye, ku derbarê wê de dan û standin didomin.

Biryara avakirina hikumeta nû ji aliyê serokê meclisa serdest Abdulfetah El-Burhan ve hate îmzekirin.

Di hikumeta nû de, Meryem Sadiq wezîrê derve, Cebraîl Îbrahîm ê serokê Tevgera Edalet û Wekheviyê li Darforê wezîrê darayî, Hemze Bilol wezîrê çapemeniyê, Yûsif El-Dey wezîrê Ciwan, Xalid Umer serokatiya meclisa wezîran e, li wezareta parastin, av û edilê wek berê ma.

(fr)