Li gundewarê Dêrazorê sivîlekî din hate kuştin

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê sivîlekî din ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Li gundewarê Dêrazorê sivîlekî din hate kuştin
8 sibat, 2021   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan xwecihî dane, kesên nenas ku li motorsiklêtê siwar bûn, sivîlekî din qetil kir.

Çavkaniyan diyar kirin ku êriş li nêzî komeleya avê ya di navbera bajarokê Şihêl û bajarokê Hewayic ê li rojhilatê Dêrazorê de pê hat û di encamê de şêniyê bi navê Ratib Elî Umer hate qetilkirin û kesê pê re jî birîndar bû.

Bi heman rêbazê kesên nenas îro şêniyê bi navê Tirkî Muxlef ê ji gundê Ibrîhe yê rojhilatê Dêrazorê qetil kir.

(fr)

ANHA