Meclisa leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan têk bir: 5 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand, hewldana çeteyên dewleta Tirk a ketina nuqteyên meclisê heta têkbirin, yek jê serçete bi giştî 5 çete hatin kuştin.

Meclisa leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan têk bir: 5 çete hatin kuştin
8 sibat, 2021   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî geşedanên leşkerî li eniyên Minbicê daxuyaniyeke weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Îro duşemê saet di 09:00'an de, komeke çete yên Tirkiyê hewl dan bikevin nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê. Şervanên meclisê hewldana çeteyan  şopandin û hewldan têk birin. Di şerê di navbera herdu aliyan de 5 çete hatin kuştin.

Yek ji kuştiyan, serçete Mustefa Mehmûd Hec Îbrahîm hebû, ku fermandarê Furqeya 1 a Tugeya 111'an e ya ku desteka xwe ji dagirkeriya Tirk digire.

Piştî derbeyê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dirêjahiya xeta çemê Sacûrê, ji gundê Hoşeriyê yê dikeve bakurê rojhilatê bajarê Minbicê heta gundê Hûtî yê rojhilatê bajarê Babê anku dirêjeya 62 km bi hawnan topbaran kirin. Ji sibeha heta vê êvarî zêdetirî 100 top li xetan ketin.

Gelek gundên tijî sivîl di nav de; Hoşeriyê, El-Cat, Um Edese, Seyada, Yalanlî, Ereb Hesen, Kawiklî, Bûweyhic, Hûtê, rêya M4 û Ewn Dadat hatin hedefkirin.

Hêzên Meclisa Leşkerî bi tenê bersiva êrişan dan, lê hêzên hikumeta Şamê tu helwesta dan.

Topbaran heta vê kêliyê bi awayekî dem dem didome."

ANHA