Saziyên civaka sivîl banga eşkerekirina rewşa revandiyên li cem dewleta Tirk kir

‘Komîteya ji bo Girtî û Revandiyan a Sûriyê’ îro bi daxuyaniyekê banga muhasebekirina sûcdarên sûcên şer kir û got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berpirsên ewlehiya girtiyan û revandiyan in.

Saziyên civaka sivîl banga eşkerekirina rewşa revandiyên li cem dewleta Tirk kir
8 sibat, 2021   13:35
 ŞEHBA

Bi dehan endamên rêxistinên civaka sivîl û rûspiyên êlên kantonên Efrîn û Şehbayê li qada Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê kom bûn.

Endama Komîteya ji bo Girtî û Revandiyan a Sûriyê Cibraîl Mistefa û endama Yekitiya Mamosteyan a Şehbayê Şêrîn Silêman daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî xwendin.

Di daxuyaniyê de komîteyê bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî û diyar kir ku ev sûc hîna berdewam in. Ji dema ku herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, dewleta Tirk û ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ sûcan pêk tînin, qanûnên navneteweyî û mafên mirovan binpê dikin ku digihêjin asta sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê. Komîteyê bi bîr xist ku gelek rêxistinên hiqûqî, siyasî û olî der barê vê yekê de bi sedan rapor amade kirine.

Komîteyê di berdewama daxuyaniya xwe de îşaret bi rapora Human Rights Watch (HRW) kir ku di vê dawiyê de derxistiye û behsa girtina welatiyên sûrî yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku piraniya wan Kurd in û ji Tirkiyê re hatine veguhestin. Komîteyê diyar kir ku dewleta Tirk bi vê yekê lihevkirina Cinêvê binpê dike ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê desthilateke dagirker e.

Li gorî madeya 49’an a lihevkirina Cinêvê sedem tu kes, çi dibe bila bibe; sivîl an leşker, nabe bi zorê veguhêzin Tirkiyê.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku li gorî rapora HRW`ê girtî di şert û mercên dijwar de de ne û îşkence lê tê kirin û bi awayekî nebaş dan û standin bi wan re tê kirin. Li gel tunebûna dadgehên xwedî pîvanên navneteweyî, girtî ji ber tawanên nerast bi xetereyê re rû bi rû dimînin.

Komîteyê xuya kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê berpirsên ewlehiya revandiyan in û li gorî qanûnên mafên mirovan divê kesek bi awayekî hovane neyê girtin, dan û standin baş û mirovî bin, tevahiya mafên wan bi cih werin, di nav de danîna pêwendiyan bi malbatê re û eşkerekirina cihê girtinê.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de banga serbestberdana tevahiya girtiyên li cem dewleta Tirk û çeteyên wê kir.

Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku dagirkirina dewleta Tirk a li ser Sûriyê bi dawî bike û çeteyên girêdayî wê ji herêmê derxe.

Komîteya ji bo Girtî û Revandiyan a Sûriyê di dawiya Nîsana 2020`an de li kantona Şehbayê hate avakirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NMsXRpNyzyU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>