Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Serdar Şakir re xwest

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişloyê serdana konê sersaxiyê yê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Serdar Şakir kir û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Serdar Şakir re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Serdar Şakir re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Serdar Şakir re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Serdar Şakir re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Serdar Şakir re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Serdar Şakir re xwest
8 sibat, 2021   13:48
QAMIŞLO

Şehîd Serdar Şakir di 5`ê Sibatê de di encama krîza dil de li Qamişloyê şehîd bû. Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate vedan.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), endamên HAT`ê û şêniyên Qamişloyê beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Endamê PYD`ê Ebd El-Helîm Iko axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û da zanîn ku divê her kes li şoreşa Rojava xwedî derkeve.

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk Heval Ayîd jî axivî û diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi salan e kar û xebatê dikin da ku gelê Rojava di nava aramiyê de bijîn û wiha domand: "Destkeftiyên ku îro me bi dest xistine, hemû bi saya berxwedana hêzên me yên ku li Bakur û Rojahilatê Sûriyê ne. Em her dem li pişta hêzên xwe ne."

)sb)

ANHA