Dagirkeran bi dehan gund ji kehrebeyê bê par kiriye

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kehrebe li ser gundê Gozeliyê û bi dehan gundên din ên navçeya Til Temirê qut kiriye. Şênî banga li civaka navneteweyî dikin ku erkê xwe bi cih bîne û dagirkeran ji herêmê bi derxe.

Dagirkeran bi dehan gund ji kehrebeyê bê par kiriye
Dagirkeran bi dehan gund ji kehrebeyê bê par kiriye
Dagirkeran bi dehan gund ji kehrebeyê bê par kiriye
Dagirkeran bi dehan gund ji kehrebeyê bê par kiriye
Dagirkeran bi dehan gund ji kehrebeyê bê par kiriye
8 sibat, 2021   03:58
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Nîştimanî ya Sûrî" ji dema ku bajarê Serêkaniyê û derdora navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê dagir kirine, sivîlên li herêmên dagirkirî û yên li gundên nêzî eniyên şer dikin armanc.

Hêzên dagirker bi armanca koçberkirina şêniyan û pêkanîna guhertina demografî rojane şêniyên gundên nêzî eniyên şer dikin armanc.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya mehekê gundê Derdara û stasyona kehrebê topbaran kirin, şêniyên 40 gundên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê yên li ser rêya navçeya Zirganê zehmetiya qutkirina kehrebê dikişînin.

Ji beriya sal û 3 mehan ve şêniyên gundên Gozeliyê û Til El-Leben ên dikevin başûrê rojavayê navenda navçeya Til Temirê ya li hemberî rêya M4`ê zehmetiya qutkirina kehrebê dikişînin, ku ber çeteyên li gundên Erbiîn li ser wan qut kirine.

Sivîlên gundê Gozeliyê got, ji dema ku artêşaTirk û çeteyên wê gihaştine derdora gundên wan, ew zehmetiyan dikişînin.

/kr/uploads/files/2021/02/07/210006_-large.webp

Şêniyê bi navê Mehmûd El-Elî got: "Ji dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gihaştine derdora gund em zehmetiya qutkirina kehrebe û avê dikişînin, em nikarin erdên xwe biçinin.  Çeteyên li gundê Erbiîn kehrebe li ser me qut kir.  Em hemû hewldanan dikin da ku kehrebê bighîhin gundê me, lê dîsa jî keda me vala diçe."

El-Elî destnîşan kir ku qutkirina kehrebê bandoreke neyinî li çandinî û sewalan dike, ji ber ku nikarin zeviyên xwe yên çandiniyê av bidin û avê ji sewalan re peyda bikin.

Mehmûd El-Elî di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên peywendîdar kir ku bi wan re bibin alîkar û kehrebê bigihînin gund.

El-Izo jî diyar kir ku ew nikarin erdên xwe biçînin, ji ber ku gundê wî nêzî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, rêyên wan girtî ne û di nava çemberê de ne.

El-Izo wiha axaftina xwe dewam kir: "Artêşa Tirk û çeteyên wê bi rêbazên cûda sûcên xwe yên li dijî sivîlan didomînin û duh gundê Til El-Leben bi çekên giran topbaran kir."

/kr/uploads/files/2021/02/07/210129_-large.webp

Mihemed El-Izo bang li civaka navneteweyî kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmê bîne û wan ji herêmê bi derxe û got: "Em xwediyên vî erdî ne, em naxwazin aliyên derve yan jî dagirker destwerdanê bikin."

Hevserokê Saziya Kehrebê ya Til Temirê Fehed Simêla beriya niha ji ajansê re diyar kiribû ku ew nikarin xwe bigihînin xetên kehrebê yên xerab bûne, ji ber dagirker rasterast kadroyên werşeyê dikin armanc.

(eh)

ANHA