​​​​​​​Rektorê nû yê zanîngeheke Tirkiyê: Em ê gelê Serêkaniyê, çi sax çi mirî, tev bigirin

Beriya dagirkirina Serêkaniyê ku di dema dagirkirina wê de çekên kîmyewî hatin bikaranîn, rektorê nû yê zanîngeheke Tirkiyê di bernameyeke televîzyonê de dibêje em ê li Serêkaniyê çekên nû biceribînin û wiha dewam dike “Yên li wê derê, çi sax çi mirî, em ê bigirin.”

​​​​​​​Rektorê nû yê zanîngeheke Tirkiyê: Em ê gelê Serêkaniyê, çi sax çi mirî, tev bigirin
8 sibat, 2021   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku serokkomarê Tirk  Recep Tayyîp Erdogan, Melîh Bulu wek rektor danî ser zanîngeheke Tirkiyê (Zanîgeha Bogazîçî), li dijî vê yekê çalakiyan dest pê kir û hîna jî dewam dikin.

Melîh Bulu beriya dagirkirina Serêkaniyê tev li bernameyeke televîzyonê dibe û dema ku bersiva pirsekê dide, dibêje em ê li Serêkaniyê çekên nû biceribînin.

Mekî Bulu di wê bernameyê de wiha dibêje: “Tirkiye di vî warî de gelekî hatiye perwerdekirin, me berê di operasyonên Mertalê Firatê û Şaxê Zeytûnê de ceriband. Li Amed û Nisêbînê jî şerên bajaran çêbûn û em li ser vê mijarê jî perwerdekirî ne. Yên li wê derê, çi sax çi mirî, em ê bigirin. Yanî tiştek naguhere. Tenê dem hinekî dirêj dibe, lê qet nebe em jî çekên xwe yên nû diceribînin.”

ANHA