Dr. Mechthild Exo: Armanca Komploya Navneteweyî domandina statukoya qirkirina jinan e

Dr. Mechthild Exo diyar dike ku armanca Komploya Navneteweyî ew e ku tevgera azadiyê ya Kurd were krîmînalîzekirin û tecrîdkirin û bi vî rengî statukoya rûxîner, dermirovî û li dijî azadiya jinan, li herêmê bê domandin.

Dr. Mechthild Exo: Armanca Komploya Navneteweyî domandina statukoya qirkirina jinan e
8 sibat, 2021   05:49
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Dr. Mechthild Exo diyar dike ku pêwîstiya herî lezgîn a îro destpêkirina pêvajoyeke aştiyê ya cidî ye û nûnerên gel, bi taybetî jî jinên birêxistinkirî û civak ji bo hevdîtinên aştiyê baş amade ne û rêber Abdullah Ocalan bi xwe jî ji bo vê yekê amade ye.

Dr. Mechthild Exo nivîskara beşa ‘Danîna Têkiliyan: Jineolojî, azadbûna  jinan û avakirina aştiyê’ ya pirtûka Diyalogên Avakirina Jiyana Azad e.

Di beşa dawîn a hevpeyvîna xwe de me mijara jineolojiyê ku pêşniyareke rêber Abdullah Ocalan e û çareseriya demokratîk bi Dr. Mechthild Exo re nîqaş kir.

‘REVANDINA OCALAN BI XWE DERQANÛNÎ YE’

Mechthild Exo destnîşan dike ku dewletên ku piştgirî da revandina rêber Abdullah Ocalan, hewl didin rewşa heyî wek “bûyereke terorî û pirsgirêkeke ewlehiyê” nîşan bidin û diyar kir ku revandina wî bi xwe derqanûnî ye. Mechthild Exo got sedema vê yekê jî ew e ku dixwazin têkoşîna azadiyê û pêşveçûnên civakî asteng bikin û wiha axivî: “Hewl didin tevgera azadiyê ya Kurd were krîmînalîzekirin û tecrîdkirin û bi vî rengî statukoya rûxîner, dermirovî û li dijî azadiya jinan, li herêmê bê domandin.”

‘ERDOGAN SEDEMKARÊ QIRKIRINA JINAN E’

Mechthild Exo wiha axivî: “Bêguman Erdogan ajîtatorê herî xirab ê şer ê li herêmê ye û sedemkarê sûcên li dijî jinan e. Lê ez behsa hemû herêmê dikim û bi ser de jî ez behsa temenê cîhanî yê baviksalariya kapîtalîst dikim. Li Rojhilata Navîn û cîhanê ji bo mîsogerkirina demokrasiya radîkal, xwebûn û azadiya jinan, têkoşîneke gelan heye. Têgînên siyasî û taybetmendiyên xurt ên tevgera Kurd îlhamê didin gelek mirovên ji azadiyê hez dikin. Wek hewldana şikandina van pêvajoyên ber bi veguhertina civakî ve, bi pêkanîna tecrîda mutleq a li Îmraliyê re êrişî rêberê tevgera azadiyê ya Kurd û ramangerê wê yê siyasî dikin. Heta biryarên dadgehan jî hene ku îlan dikin ku PKK ne rêxistineke terorê ye, lê partiyeke şerê çekdarî ye. Têkildarî Abdullah Ocalan ku heta sala 2015'an bi hikumeta Tirk re hevdîtinên aştiyê domanin, ev yek hebû.”

‘DIVÊ WEK FÎLOZOFEKÎ SIYASÎ WERE NASÎN Û AZADKIRIN’

Mechthild Exo dibejê ku îro hewcedariya herî lezgîn ew e ku pêvajoyeke aştiyê dest pê bike û nûnerên gel û jinên birêxistinkirî jî di nav de cihê xwe bigirin û wiha rave dike: “Divê Tirkiye di van muzakereyan de Ocalan wek muxatabê bingehîn ê demokratîkbûyînê qebûl bike. Ji bo ku Ocalan vê bike divê bi hemû rêxistinên civakî û siyasî re di nava têkiliyê de be û di pêvajoyeke ragihandinê de be. Yanî ev yek tê xwestin ku Ocalan wek nûnerekî girîng ê siyasî û fîlozofekî siyasî bê naskirin û azadkirin, ku êdî nikare di nava tecrîdê de bê girtin, wek sûcdar an jî terorîst bê dîtin.”

‘HER TIM BIRÊXISTINBÛNA JINAN DESTEK DIKE’

Mechthild Exo destnîşan dike ku rêber Abdullah Ocalan her tim destek daye birêxistinbûna jinan a xweser û diyar dike ku divê mêraniya serdest ji holê were rakirin û di bingeha hemû pêvajoyên avakirinê de jin cihê xwe bigirin û diyar dike ku armanca revandin û teslîmkirina rêber Ocalan ew e ku bandora wî ya li ser tevgera azadiyê ya gelê Kurd were beropaşkirin û nemaze bandora felsefeya wî ya siyasetê kêm bikin. 

Mechthild Exo diyar dike ku rêber Abdullah Oclan jineolojî wek bingeha soyolojiya azadiyê pêşniyar kiriye û wiha lê zêde dike: “Li ser bingeha tecrubeya dûdirêj a têkoşîna azadiyê û birêxistinkirina jinan, hemû fikir û teorîyên ku pê re dibin, ji bo ku ji lêkolînên teorîk ên heyî yên li ser azadiya jinan, îdeolojiyan heta zanisteke nû ya yekpare bi pêş ve bibin, girîngiyeke mezin dida vê pêngava girîng. Pêşniyara wî ew bû ku akademî di çarçoveyeke gelekî cuda de werin avakirin.Li akademiyan bi rêbazên nû lêkolîn û perwerde hêsan kir da ku bersivê bide pirsên li ser çawaniya avakirina şoreşa jinan û şaristaniya demokratîk. Ev pêşniyara ji bo akademîyên modernîteya demokratîk ne tenê ji bo herêmên Kurdan, ji aliyê Ocalan ve wek akademiyên konfederalîzma global hat pêşniyarkirin.”

‘PERGALA HEYÎ YA AKADEMÎK LI SER PARADÎGMAYEKE ŞAŞ HATIYE AVAKIRIN’

Mechthild Exo diyar dike ku jineolojî li şûna cudahiyan li ser têkiliyan ava dibe û dibêje: “Ocalan di nivîsên xwe de li gel hemû dîsîplîn û metodolojiyên xwe yên cuda, pir zelal diyar dike ku "sîstema zanistî" ya serdest dibe sedema krîzan û rewşa heyî. Ev sîstema akademîk a heyî li ser paradîgmayeke sexte hatiye avakirin. Em nikarin ji vir tu çareseriyên baş hêvî bikin. Sîstema zanistî bi xwe, bi hemû qadên din ên ku veguherînên şoreşgerî dixwazin re, di nava hev de ye û divê şoreşger be. Jineolojî li şûna jihevdûrxistinê, li ser têkiliyan hatiye avakirin. Ne pergaleke elît a pisporên bilind e, bi civakeke xwedî exlaqên siyasî ve girêdayî ye ku berpirsyariyê ji xwe re dike. Ne ji bo kontrolkirin û kedxwariya xwezayê, lê bi rengekî ku bi sirûştê û tevahiya gerdûnê ve girêdayî jiyanekê bidomînin, dixebite."

NEXŞERÊYA JI BO ÇARESERIYÊ

Mechthild Exo têkildarî pirtûkên rêber Ocalan ên li ser aştiyê ku bi gelek zimanan hatine weşandin jî wiha diaxive: “Ev yek îfadeya nirxdar a têgînekê  ye ku ji bo muzakereyên aştiyê nayê bikaranîn. Ji ber ku rêyeke ramanê ya ne dewletparêz e. Dan û standinên aştiyê bi giştî di navenda dewletê de ne û ewlehiya dewletê ji xwe re wek pêwîstiyekê dihesibînin, bi zemîneke sînorkirî ya bênîqaş û yekdestiya desthilatdariyê. Ocalan berevajî, çareseriya demokratîk a pirsgirêkên civakî li gorî hevdîtinên aştiyê bi cih dike. Ew tekez dike ku dewlet û demokrasî ne eynî tişt in, lê belê du qadên cuda ne ku her yek ji wan divê bi tena serê xwe were ser ziman. Dewlet (hê jî) rewşek e ku divê çareserî jê re were dîtin, lê divê çareserî civakê ji xwe re bike armanc. Di rastiyê de dibêje; divê çareserî ji civakê û ji rêxistinên civakî were girtin. Ji bo çareseriyeke baş a demokratîk ji bo aştiyê, pêwistî bi rêxistinên jinan heye.”

MÎNAKA AŞTIYA DEMOKRATÎK; BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Mechthild Exo îşaret pê dike ku di salên dawîn de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên ji bo avakirina aştiyeke demokratîk berdewam dikin û rûdanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha dinirxîne: “Tevî hemû êrişên leşkerî û gefên dewleta Tirk ên domdar jî, civak bi hêzkirin û berfirehkirina birêxistinbûna civakî û xwerêvebirina demokratîk berdewam dike. Navendên nû yên jineolojiyê, kooperatîf an jî projeyên ekolojîk vedibin. Li Tirkiyê rewş bi heman rengî ye; herî zêde jin tevî ku rastî êrişan tên an jî diavêjin girtîgehan jî, çalakiyên xwe didomînin. Ev fikra di nava paradîgmaya çareseriya demokratîk de, li şûna paradîgmayeke ku ji aliyê desthilatê ve tê meşandin û ya dewletparêz a ji aliyê dewletan ve tê meşandin, îfade dike. Di vê merheleyê de hevdîtinên aştiyê ne di vê merheleyê de bin jî, tenê ev rêya demokratîk rêya yekane ya aştiyeke birûmet e."

‘OCALAN BI XWE JÎ JI AŞTIYÊ RE AMADE YE’

Dr. Mechthild Exo diyar dike ku çalakvanên mafên jinan, tevgerên civakî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên demokratîk ên ji tevahiya cîhanê, ji bo ku li Rojhilata Navîn çareseriyeke demokratîk ava bibe, zextê li dewletan bikin û dibêje: “Li gorî fikra min, civakan xwe ji bo hevdîtinên aştiyê baş amade kiriye. Û divê mirov ji bîr neke ku Abdullah Ocalan bi xwe jî amade ye û li bendê ye.”

DR. MECHTHILD EXO KÎ YE?

Li Zanîngeha Emden/Leer a Almanyayê hîndekar e. Di heman demê de endama Navenda Jineolojiyê ya Brukselê ye. Di navbera salên 2016 û 2018 de berdevka Komeleya Aştî û Pevçûnê ya Almanyayê (Arbeitsgemeinschaft für Friedens- und Konfliktforschung, AFK) bû. Lêkolînek li ser rexneya avakirina aştiya lîberal a li Efganistanê, tecrubeyên rêxistinên femînîst û demokratîk ên efganî kir. Balê dikişîne ser epîstemolojiyên femînîst û dekolonyal û metodolojiyên lêkolînê, nêzîkatiyên zanîn û jineolojiyê. Di heman demê de li ser nîjadperestî, rexneya li cînayetên jinan û xebatên civakî yên serbixwe dersan dide. Dr. Exo ji salên 1980'yî ve xwedî raboriyeke navneteweyî û antîmîlîtarîst e.

ANHA