ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-02-2021
8 sibat, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Navçeya Dêrikê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan civînekê li navenda Dîcle ya Çand û Hunerê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo endamên Hêzên Asayîşê Serdar Şakir konê sersaxiyê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo tê vedan, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dr. Mechthild Exo diyar dike ku armanca Komploya Navneteweyî ew e ku tevgera azadiyê ya Kurd were krîmînalîzekirin û tecrîdkirin û bi vî rengî statukoya rûxîner, dermirovî û li dijî azadiya jinan, li herêmê bê domandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi armanca piştgiriya jinên gundan û peydakirina derfetên kar, Komîteya Aboriya Jinan a Şedadê firineke biçûk vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Helebê gotin, tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan hewldaneke bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk e û destnîşan kirin  ku rêbertî fîzîkî girtî ye û fikir û felsfeya wî azad in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Perwîn Yûsif got helwestên ku gel piştî eşkerekirina plana dewleta Tirk a dagiker nîşan da, planên wê vala derxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya amadekar a Kongreya Niştimanî ya hêz û kesayetên demokratîk ên Sûriyê ji sedî 75 amadekariyên lidarxistina kongreyê bi dawî kir û endamekê komîteya amadekar pêşbîn dike ku di demsala hevînê de kongre li dar bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên Kobanê bi meşeke meşeleyî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin, meş ji qada Şehîd Egîd dest pê dike, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hevserokê Meclisa navçeya Til Temirê Ciwan Mela Eyûb behsa sedemên kêmasiyên di xizmetguzariyên li navçe û gundewarên wê kir û diyar kir ku sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin sûcên şer in. Eyûb bang li şêniyan kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin, da ku vê merheleya dijwar derbas bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kehrebe li ser gundê Gozeliyê û bi dehan gundên din ên navçeya Til Temirê qut kirine. Şênî banga li civaka navneteweyî dikin ku erkê xwe bi cih bînin û dagirkeran ji herêmê derxînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA