Ji sedî 75 amadekariyên lidarxistina kongreyeke niştimanî li Sûrî bi dawî bû

Komîteya amadekar a kongreya niştimanî ya hêz û kesayetên demokratîk ên Sûriyê ji sedî 75 amadekariyên lidarxistina kongreyê bi dawî kir. Endamekê komîteya amadekar pêşbîn dike ku di havînê de kongre li dar bikeve.

Ji sedî 75 amadekariyên lidarxistina kongreyeke niştimanî li Sûrî bi dawî bû
8 sibat, 2021   00:28
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Bi piştgiriyeke lojistîkî ya ji aliyê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ve hêz û siyasetmedarên muxalif ên Sûriyê amadekariyên yekitiya xwe dikin da ku ji aloziya Sûriyê re çareseriyekê misoger bikin.

Ev kongre wekî berdewama  xebatên berê yên MSD`ê ye, armanca wê ew e ku piştgiriya rêgeha demokratîk bike. Beriya niha meclisa li Ewropa 5 komxebat li dar xistin û li Sûriyê jî 3 komxebat û kongre li dar xistin ku ji Tîrmeha 2018`an de dest pê kiribû.

Li gorî encamên civîna ku di 8 û 9`ê  Sibata 2020`an de li Brukselê ku li dar ketibû, komîteya amadekar hate avakirin, erka wê ew e ku zemînekî ji bo diyalogên di navbera hêzên demokratîk de deyne, piştre ber bi kongreyekê ve biçin ku yekitiya wan çêke û  di navbera xwe de koalîsyoneke siyasî ava bikin.  

MSD`ê  wê demê10 endamên komîteya amadekar a kongreya hêz û kesayetên opozisyona demokratîk hilbijart û jê xwest ku li hev bicivin, lîsteyeke hundirîn deynin û amadekariyên lidarxistina kongreyê bikin.

Li gorî daxuyaniya ku wê demê hate dayîn "Armanca kongreyê kombûneke demokratîk ava bibe ku aliyên siyasî yên niştimanî beşdarî wê bibin, da ku tevahî  cûre û sembolên desthilatdariyê werin bidawîkirin û dewleta wekhevî, edalet û qanûnê were avakirin."

Rayedarên MSD`ê  di gelek daxuyaniyan de banga lidarxistina kongreyê niştimanî ya hêz û opozisyona demokratîk kirin. Ya dawî jî daxuyaniya Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed bû ku 17`ê Çileya derbasbûyî  di çarçoveya civîneke jinan li Reqayê li dar ketibû de. Îlham Ehmed got, ew plan dikin ku îsal kongreyeke niştimanî ji hemû hêzên opozisyona Sûriyê re li dar bixin.

Têkildarî mijarê, endamê komîteya amadekar Elî Rehmûn ji ANHA'yê re axivî û got: " Em hîn bi hêz û kesayetan re dan û standinê dikinda ku beşdarî vê kongreyê bibin. Niha jî bi beşdarbûna kesayetên girîng em li ser amadekirina reşnivîsekê ji kongreyê dixebitin û bi wezaretên karên derve yên Amerîkayê û ya Fransa û Swêdê jî dê hevdîtinan çêkin, ku fikira kongreyê qebûl kirin."

Elî Rehmûn da zanîn ku armanc ji hevdîtina bi aliyên navneteweyî re ew e ku piştgiriyeke navneteweyî ji kongreyê re qezenc bikin ji ber ku dewletên aktîf in û bandorê li rewşa Sûriyê dikin.

Rehmûn eşkere kir ku komîtey amadekar ji sedî 75 amadekariyên kongreyê bi dawî kiriye û wiha axaftina xwe dewam kir: "Em li bendê ne ku tevgera li Ewropa vegere wekî berê ku ji ber tedbîrên li dijî vîrusa koronayê hatibû rawestandin, da ku em cih û demê diyar bikin, dibe ku kongre havîne bê li dar bikeve."

Elî Rehmûn axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Vexwendinên ku têne şandin têne pêşwazîkirin û vexwendin hîn jî berdewam in. Bi hemû aliyên muxalif ên Sûriyê yên li derve û hundir peywendî çêdibin, her wiha bi çi kesên ku xwedî nêrîn in û dibe ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê gaveke baş be dan û standin çêdibe û bi alî û kesayetên ku girîngiyê didin kar û barên Sûriyê re jî peywendî çêdibin."

MSD`ê ji destpêka avakirinê ve hewl dide hejmareke herî mezin a aliyên muxalifên demokratîk kom bike û yekitiya muxalifên sûrî bi rêya ger, diyalog, hevdîtinên li derve li hundir çêbike.

MSD`ê li erdnîgariya Sûriyê yek ji aliyên aktîf e û nûnertiya gelek netewe, ol û mezheban dike, her wiha nûnertiya saziyên civaka sivîl, partî û komên siyasî jî dike.

(eh)

ANHA