Rojnameyên erebî: Himêmîmê vediguherînin baregeheke stratejîk a Rojhilata Navîn

Li gorî raporan baregeha Himêmîmê fireh kir da ku ji wir ber bi Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê ve bandora xwe zêde bike. Çavdêr li ser rewşa herêmê destnîşan dikin ku li ser asta navneteweyî nêrîn hene ku çete li Lîbyayê bimînin. Li aliyekî din jî xwepêşendanên tunisiyan li dijî Îxwan Muslimîn didomin.

Rojnameyên erebî: Himêmîmê vediguherînin baregeheke stratejîk a Rojhilata Navîn
8 sibat, 2021   09:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro behsa hebûna Rûsyayê li Sûriyê, rewşa Lîbyayê û aloziya Tunisê kir.

‘RÛSYA BAREGEHA HIMÊMÎMÊ FIREH DIKE’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Rûsya hemwextî firehkirina baregeha Himêmîm li Sûriyê ku bibe “dikeke stratejîk” ku ji wir ber bi Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê ve bandora xwe zêde bike, ji nû ve dest bi xebatên lêgerîna termên 2 leşkerên îsraîlî ku li Lubnanê beriya 39 salan hatine kuştin, kir.

Li gorî malpera Sawt El-Asîma Rûsya erebeyeke tenduristiyê bi kar anî da ku nimûneyan ji cenazeyan bigire û testa DNA jê re çêke. Çavkaniyên din jî bi bîr xist ku lêgerîn girêdayî dîtina termên 2 leşkerên Îsraîlê Yehuda Katz û Zvi Feldman ên ku tevî gelek leşkerên din di şerê Sultan Yaqûb de li Lubnanê sala 1982`yan hatine kuştin, didome.

Rûsyayê de sala 2019`an termê leşkerî Îsraîlê yê bi navê Zakaria Baumel ku di heman şerî de hatibû kuştin, li beramberî serbestdana dîlgirtiyên Sûriyê Ehmed Xemîs û Ziyad Tawîl radestî Îsraîlê kir. Îsraîlê piştre girtiyekî din ê Sûriyê serbest berda.

Hemwextî wê, li gorî wêneyên peykî, Rûsya baregeha Himêmîm a li nêzî Laziqiye fireh dike da ku wê wek nuqteyeke stratejîk ji bo balafirên şer li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê bi kar bîne.”

‘ÇETE LI DERVEYÎ HESABÊN HIKUMETA LÎBYAYÊ YA NÛ NE’

Der barê Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Xuyangên pêvajoya demkî ya li Lîbyayê êdî xuya dibin ku kesayetên nêzî Enqereyê yên mîna Mihemed El-Minfî wek serokê meclisa serokatiyê û bazirgan Ebdulhemîd El-Dibêba wek serokê hikumeta demkî hatin hilbijartin û cih di hikumeta demkî de girtin.

El-Debîbe di axaftina xwe ya destpêkê de tenê behsa piştgiriya rola jinan û ciwanan kir da ku rolekê di avakirina saziyan de bilîzin û behsa dosyaya çeteyan û milîsan nekir.

Li gorî nîşaneyan, diyar e ku aliyên navneteweyî yên ku desteka aliyên aloziya Lîbyayê dikin, niyeta wan heye ku çeteyan li welêt bihêlin. Bi taybet piştî ku dewleta Tirk îdia kir ku tu pirsgirêka hikumeta nû bi hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbyayê re tune ye.

Çavdêrên ku rewşa Lîbyayê dişopînin, xuya dikin ku meclisa serokatiyê ya nû û hikumeta demkî ku di encama lihevkirinên dawîn ên li civîna diyaloga siyasî ya Lîbyayê de hatine hilbijartin, dê mudaxeleyên biyanî yên di welêt de bi dawî neke. Hikumeta nû dê neçar bimîne ku li gel hebûna çeteyan kar bike.

Daxuyaniyên şêwirmendê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Yasîn Aktay der barê rola Enqereyê li Lîbyayê de vê yekê îsbat dikin. Aktay got hikumeta nû ya Lîbyayê desteka rola Enqereyê di Lîbyayê de dike û ne dijberî hebûna leşkerî ya Tirkiyê li welêt e.

Li gorî çavdêran serkeftina xeta siyasî ya ku şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo piştgiriya Lîbyayê daniye, bi rawestandina mudaxeleyên biyanî ve girêdayî ye.

Lê niyetên aliyên ku bi awayekî mezin mudaxeleya aloziyê kiriye, mîna dewleta Tirk ku bi hezaran çete şandin Lîbyayê, metirsiyên girêdayî binkeftina lihevkirina agirbestê û nepêkanîna ajandeyên NY`yê çêdikin.”

‘TUNISÎ DI SALVEGERA KUŞTINA BELÎD DE LI HEMBERÎ ÎXWANAN SERÎ HILDIDIN’

Têkildarî kar û barên Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Li gel dorpêçeke ewlehiyê ya giran, tunisî duh bi şev daketin qadan û sloganên li dijî desthilata Îxwanan û binkeftina hikumetê ku ji 10 salan ve welat bi rê ve dibe, berz kirin.

Di boneya 8`an a kuştina serokê çepgir ê muxalif Şikrî Bilîd de hêzên ewlekariyê rêyên kolanên sereke yên paytext li pêşiya bi hezaran xwepêşendêran girtin. Yekitiya Giştî ya Tunisê girtina kolana El-Hebîb Buriqîba şermezar kir. Sekreterê giştî yê yekitiyê Samî El-Tahirî diyar kir ku girtina rêyan, nîşan dide ku desthilatdar anku tevgera Nehda û alîgirên wê, ji xwepêşandanan ditirsin.

Serokê hêza demokratîk a parlamentoyê Mihemed Emar got wî serokê hikumetê agahdar kiriye û kiryarên hikumetê şermezar kirine û wê bi sûcên xeternak bi nav kiriye. Her wiha bi bîr xist ku dê pêwendiyê bi yekîneyên ewlehiyê re deyne da ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Emar wiha domand: “Ne pêkan e ku rêyên paytextê werin girtin û welatî nekarin karê xwe bikin an jî vegerin malên xwe.”

66 rêxistin, partî û komele di nav de Yekitiya Giştî ya Tunisê de banga lidarxistina xwepêşandanan kir û gelek rêveberên partiyên muxalif û sendîka tev li wan bûn.”

 (şx)