Şam: Rejîma Tirk kiryarek xeter pêk anî ku li dijî qanûnên navneteweyî ye

Hikumeta Şamê nerazîbûn nîşanî biryara serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan a vekirina zanîngeh û peymangehên Tirkiyê li gundewarê Helebê yê dagirkirî da û bi kiryarekî "Xeter û li dijî qanûnên navneteweyî" bi navê kir.

Şam: Rejîma Tirk kiryarek xeter pêk anî ku li dijî qanûnên navneteweyî ye
7 sibat, 2021   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji Wezareta Derve ya hikumeta Şamê got, hikumeta Şamê "Birayra serokê rejîma Tirkiyê ya vekirina fakulteya Tib û peymangeha Bilind a Zaninstên Tenduristiyê yên girêdayî Zanîngeha Zanista Tenduristiya ya Tirkiyê ya li Senbolê li bajarokê Raî yê gundewarê Helebê bi hemû awayan red dike û teqez dike ku birayra kiryarekî xeter e, armanc jî firehkirina serweriya rejîma Tirkiyê li erdê di bin serdestiya Sûriyê de ye, ev yek binpêkirineke ji qanûnên navneteweyî û mîsaqên Neteweyên Yekbûyî ye."

Her wiha got: "Ev biryara neheqî berdewama rêze kiryarên derqanûnî yên rejîma Tirkiyê ye ku ji sala 2011'an ve pêk tîne, da ku aloziya Sûriyê gûrtir bike û temenê wê dirêjtir bike. Her wiha destekê dide alî û rêxistinên terorîst mîna Îxwan El-Muslimîn, DAIŞ û Cebhet El-Nusra û hwd.. da ku xizmeta berjewendî û ajnîdeyên jeosiyasî yên rejîma Erdogan bike û xeyalên wî yên osmanî li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bîne. Di heman demê de dagirkirina wî li beşên ji xaka Sûriyê xurt bike û qanûnên wî li ser erdên ku serwer kirine, pêk bîne."

Çavkanî destnîşan kir ku hikumeta Şamê teqez dike ku "Êrişên rejîma Tirkiyê yên li ser serdestiya wê, di nava de lêkirina dîwarê veqetandinê, pêkanîna siyasetên tirkkirinê li dibistanan, bikaranîna lîreya tirkî, vekirina desteyeke ji bo postxaneya Tirkiyê hincet bûn ku ev rejîm ji bo pêkanîna kiryarên xwe yên terorîst bi kar dianî."

Hikumeta Şamê bang li Konseya Ewlekariyê kir ku berpirsyartiyên xwe yên parastina aştî û ewlehiya navneteweyî bi cih bînin, dawî li sûcên rejîma Tirk ên li dijî gelê Sûriyê bînin.