Tevgera Xwendekaran panelek li Kobanê li dar xist

Tevgera Xwendekarên Demokratîk panelek li dar xist, tê de aliyên siyasî û exlaqî, nasnameya xwendekarên welatparêz û demokrat, şerê taybet û rêxistin hatin nîqaşkirin.

Tevgera Xwendekaran panelek li Kobanê li dar xist
Tevgera Xwendekaran panelek li Kobanê li dar xist
Tevgera Xwendekaran panelek li Kobanê li dar xist
Tevgera Xwendekaran panelek li Kobanê li dar xist
Tevgera Xwendekaran panelek li Kobanê li dar xist
Tevgera Xwendekaran panelek li Kobanê li dar xist
7 sibat, 2021   16:45
KOBANÊ

Bi beşdariya bi dehan xwendekarên Kurd, Tevgera Xwendekarên Demokratîk a herêma Firatê panelek bi diruşma " Teqez em ê bi ser bikevin" li dar xist.

Mîna van panelan li ser astên siyasî û civakî di navbera şepêlên siyasî yên partiyan an jî saziyên civaka sivîl de tên lidarxistin, lê vê carê ji xwendekarên herêma Firatê re hat lidarxistin û tê de gelek mijar û zanîna nêrînên xwendekaran li ser rewşa niha ya di nava civak û herêmê bi giştî de hatin nîqaşkirin.

NASNAMEYA XWENDEKARÊN WELATPARÊZ Û DEMOKRAT

/ar/uploads/files/2021/02/07/143519_dylan-hjy.webp

Beşa yekemîn a panelê ji aliyê Dîlan Hecî ve hate birêvebirin. Dîlan Hecî got, çalakiya xwendekaran di zanakirina civakê de pir kêm e, lê di salên 90’î de baş bû. Lê di rastiyê de karê li ser milê xwendekaran ew e ku civakê zana bikin û ber bi fikireya azad û demokrat ve bi pêş bixin.

Dîlan Hecî wiha domand: "Hin xwendekarên pêşeng di rêya rizgarkirina civakê ji hikumetên destpot de canê xwe feda kirin, li aliyekî din jî xwendekar hedefa yekemîn a hikumetên ku dixwazin azadiya gelan têk bibin û serweriyê lê bikin."

Hin xwendekaran gotin, pênûs çeka duyemîn e ku netewe û civakan diparêze û divê xwendekar berpirsiyariya xwe ya parastina civak û welat bi cih bînin.

BANDORA ŞERÊ TAYBET LI NASNAMEYA XWENDEKARAN

/ar/uploads/files/2021/02/07/143540_fyfyan-mslm.webp

Xwendekara bi navê Vîvyan Muslim beşa duyemîn a panelê ya li şerê taybet şîrove kir. Vîviyan zanîn ku li dijî civakê şerê taybet tê kirin, fikirên çewt tên çandin û li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî dimeşîne û karê wê çewisandina nasnameyên civak û çandên wan e.

Vîvyan Muslim destnîşan kir ku cudahiya di navbera civak, dîrok û şaristaniya wê de di encama şerê taybet e ku pergalên dijberî civak û demokrasiyê li dijî wê lîstine. Ev siyaset bi rêya perdeyên mîna ol, etnîk, netewe û aktîfkirina nijadperestiya di civakan de pêk hatin.

Vîvyan Muslim eşkere kir ku di dirêjahiya 5 hezar salan de hat dîtin ku hin pergalan hedefên xwe yên dijberî azadiyê sepandin û karîn fikirên civakê û nirxên exlaqî yên xwezayî yên civakan biguherin û jiyana azad û demokrat a gelan jî guhartin.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Vîvyan Muslim wiha bi dawî kir: "Torên internetê rêbaza yekemîn li dijî jiyana civakan bû û bandor li çîneke mezin a ciwanan kir û ciwanan ji armancên wan dûr dixîne."

REWŞA RÊXISTINÎ YA XWENDEKARAN Û DÎTINA ÇAREYAN JI BO NASNAMEYA XWENDEKARAN A RASTÎN

/ar/uploads/files/2021/02/07/143616_azt-aly.webp

Xwendekarê bi navê Izet Elî beşa sêyemîn a taybet bi rewşa rêxistinî ya xwendekaran û çawaniya aktîfkirina çalakiya xwendekaran a rastîn şîrove kir.

Izet Elî got: " Armanca dijmin têkbirina fikira xwendekaran e. Ji ber ew fikir zemîna civakê ya şaristanî û demokrat e ku civakê digihîne ewlehiyê. Lê rastî ji zanîna xwenedar a kesayeta xwe û berpirsiyara li ser milê wî/wê dest pê dike."

Dûvre beşdaran li ser çawaniya birêxistinkirina rewşa xwendekaran û çareyên guncaw ên gihandina dîtina guhartina rastîn di kesayeta xwendekaran de û aktîfkirina xwendekaran wek ferdekî li nava civakê hat nîqaşkirin.

Beşdaran piştrast kir ku xwendekar mîna saziyên civakê berpirsiyar in. Ji ber xwendekar ji malbetê ber bi civakê û zanîngehê ve dest pê dike, da ku bibe neynika civakê ya rastîn di jiyana rojane de. Divê civak bi nêrîneke teng li kesayeta xwe binêre, da ku berpirsê civaka xwe be û bi pêş bixe.

Li dawiya panelê, beşdaran li ser hin encamnayan li hev kirin û wiha ne; pêwîstî bi danasîna nasnameya xwendekarên demokrat û welatparêz heye, divê fikira xwendekaran were aktîfkirin, da ku li hember şerê taybet ê li dijî civakan bisekinin.

Beşdaran li dawiyê got "Divê xwendekar li hember tevahî pirsgirêkên civakê bisekinin û çareyên guncaw jê re pêşkêş bikin û xwe berpirsiyar bibînin. Divê xwendekar beriya her tiştî xwe nas bike, ji ber xwenasîn bingeha zanîna dîtina çareyan ji her pirsgirêkeke civakê re ye."

(fr)

ANHA