Biden: Beriya Îran derxistina Uraniumê ranewestîne, tu diyalog pêk nayên

Serokê Amerîkayê Jeo Biden ragihand ku welatê wî ji bo vegera Îranê li ser maseya danûstandina tu cezayan li ser raneke, şertê destpêkirina diyalogê jî ew e ku Îran derxistina Uraniumê rawestîne.

Biden: Beriya Îran derxistina Uraniumê ranewestîne, tu diyalog pêk nayên
7 sibat, 2021   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Biden da zanîn ku ew tev li helwesta welatê xwe dibe, ku divê Îran li danûstandinan vegere, tevahî binpêkirinên peymanê rawestine.

Serokê Amerîkayê Biden got divê Îran derxistina Uraniumê beriya destpêkirina çi diyalogê, rawestîne.

Biden di hevpeyvînekê de ku îro hatiye weşandin diyar kir ku cezayên li dijî Îranê çer ku ew li hember dosyaya nukleerê ne rêzdar e, ranake.

CBC’ê ji Biden pirsî ku gelo derfet heye ku cezayên li dijî Îranê rabe, beriya ku vegera li ser maseya danûstandin ku peymana nukleerê rizgar bikin, Biden bersiv da û got:"Na."

(fr)