Şêniyên Minbicê qetilkirina 3 ciwanan ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve şermezar kir

Bi dehan şêniyên bajarokê Til Hozan a başûrê bajarê Minbicê bi çalakiyekê qetilkirina 3 ciwanên bajarokê ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve şermezar kir.

Şêniyên Minbicê qetilkirina 3 ciwanan ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve şermezar kir
Şêniyên Minbicê qetilkirina 3 ciwanan ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve şermezar kir
Şêniyên Minbicê qetilkirina 3 ciwanan ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve şermezar kir
Şêniyên Minbicê qetilkirina 3 ciwanan ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve şermezar kir
Şêniyên Minbicê qetilkirina 3 ciwanan ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve şermezar kir
7 sibat, 2021   16:20
MINBIC

Li gorî şêniyên bajarokî Til Hozanê, beriya çend rojan 3 ciwanên bajarokê dema ku li peravên ava Firatê masî digirtin, ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve yên li Çiyayê Erwada hatin qetilkirin.

Şêniyên bajarokê hatin ba hev û bi çalakiyekê qetilkirina her sê ciwanan şermezar kir. Bi navê şêniyan, Hevserokê Meclisa Til Hozan Ehmed El-Hisên axivî û got: "Em di şînê de ne, dê dîrok heya sedên salan ve van rojên bi êş bi bîr bîne. Me 3 ciwanên ku ji bo debara malbata xwe dixebitîn wenda kirin, ew şehîdên rastîn in."

El-Hisên axaftina xwe wiha dewam kir :"Di van rewşên dijwar de ku herêmên me Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êrişan re rû bi rû dimînin, kiryarên hovane yên milîsên girêdayî rejîma Sûriyê ranwestiyane."

Ehmed El-Hisên destnîşan kir ku ew wekî şêniyên gundên El-Mistaha banga aştî û azadiyê dikin û ew ê li dijî hêzên derve bisekinin heta ku aramî û ewlehî li Bakurê Sûriyê misoger bibe.

(eh)

ANHA