QSD`ê dewreyeke nû ya perwerdeya leşkerî bi dawî kir

Akademiya Şehîd Emar El-Şêx a Reqayê li navenda Firqeya17'an a berê, dewriyeya perwerdeya leşkerî  ya bi navê "Şehîd Şiyar Reqa" bi dawî kir.

QSD`ê dewreyeke nû ya perwerdeya leşkerî bi dawî kir
QSD`ê dewreyeke nû ya perwerdeya leşkerî bi dawî kir
QSD`ê dewreyeke nû ya perwerdeya leşkerî bi dawî kir
QSD`ê dewreyeke nû ya perwerdeya leşkerî bi dawî kir
QSD`ê dewreyeke nû ya perwerdeya leşkerî bi dawî kir
QSD`ê dewreyeke nû ya perwerdeya leşkerî bi dawî kir
7 sibat, 2021   16:05
REQA

Akademiya Şehîd Emar El-Şêx dewriyeya perwerdeya leşkerî ya 70 şervanên QSD'ê bi dawî kir. Rûspî, eşîr û şêxên li Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bidawîkirina dewreyê bûn.

Dewreyê 45 rojan dewam kir û beşdaran waneyên fikirî, leşkerî û siyasî standin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamên dewreyê toreneke leşkerî li dar xist.

Ji Fermandaran Şevger Kobanê axivî û bidawîkirina dewreyê li endaman pîroz kir û îşaret bi girîngiya serxistina projeya neteweya demokratîk û şopandina rêya şehîdan kir.

Bi navê rûspiyên Reqayê, Şêx Mihemed Tirkî El-Sewan axivî û bidawîkirina dewreyê li endaman pîroz kir.

(eh)

ANHA