Cenazeyê şehîd Şakir li Qamişlo hate veşartin

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Serdar Şakir li goristana şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Cenazeyê şehîd Şakir li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şehîd Şakir li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şehîd Şakir li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şehîd Şakir li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şehîd Şakir li Qamişlo hate veşartin
7 sibat, 2021   15:41
QAMIŞLO

Şehîd Serdar Şakir di 5`ê Sibatê de di encama krîza dil de li bajarê Qamişo şehîd bû. Bi sedan şêniyên Qamişlo beşdarî merasîma veşartinê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsyariya parastina xakê û gel girtin ser xwe.

Hesen banga parastina destkefityên ku bi keda şehîdan hatin bidestxistin û piştevaniya hêzên parastinê kir.

Dûvre endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo Şiyar Mihemed axivî û got: " Em ê rê nedin ku komplo û planên li dijî Rojava û gelên wê ku destkeftiyên bi saya 11 hezar şehîd hatine bidestxistin, bi ser bikevin û em ê bi ser bikevin.

Şiyar Mihemed di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku ew ê şopdarên rêya şehîdan û fikirê rêber Abdullah Ocalan bin.

Piştî axafinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd  di nava sloganan de li goristana şehîd Delîl Saroxan hate veşartin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ilanoy_LPEM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>