Li Reqayê komplo û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin

Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li dijî wî hatiye ferzkirin, çalakiyek li dar xist.

Li Reqayê komplo û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin
7 sibat, 2021   15:39
REQA

Çalakiya ku bi dehan şêniyên bajarê Teqayê tev lê bibûn, li çerxerêya El-Neîm hate lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, ji rêveberên Rêveberiya Jin a Reqayê Itîmad El-Ehmed daxuyaniyek li ser navê şêniyên Reqayê ji raya giştî re xwend. Di destpêka daxuyaniyê de behsa komploya li dijî rêbar Abdullah Ocalan kir ku rêxistina Gladyo ya dewleta Tirk bi rayedarên Kenyayê û baylozxaneya Yewnanistanê li paytexta Kenyayê Naîrobî pêk anîne.  

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rêbertî di encama komployekê dewleta Tirk û hevalbendên wê de hate girtin. Her wiha hate destnîşankirin ku ev komplo sala 1998'an bi destxistina rêberî ji Sûriyê û îmzekirina peymana ya Adane dest pê kir, Recep Tayyîp Erdogan vê peymanê wekî hicetek ji bo destwerdanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "Komploya girtina rêber Ocalan yek ji rêze komployên ku li ser  gelên herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybet tê meşandine, ev komplo ji peymana Saykes-Picot a 1919'an dest pê kir ve û heta niha didome. Girtina rêber Ocalan li dijî payman û zagonên navneteweyî ye bi taybet rêgezên danezana Mafên Mirovan a 1948'an û peymana navneteweyî ya mafên sivîl û siyasî."  

Daxuyanî wiha dom kir " Rêber Ocalan nûnerê bi mîlyonan Kurd û pêkhateyên din e. Tecrîda li ser rêber Ocalan li dijî peyman û qaûnên navneteweyî ya danûstandina bi girtiyan re."

Di daxuyaniyê de bang li Meclisa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Efû ya Navneteweyî, Yekitiya Ewropa, Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan hate kirin ku bi lez destwerdanê bikin û dewleta Tirk neçar bikin da ku rêber Abdullah Ocalan serbesst berdan.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3H89ZfgF5Dg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>