Raul Zibechi: Ez dixwazim Ocalan bibînim û pê re nîqaşan bikim

Raul Zibechi got pergala heyî roj bi roj di destê hin kesan de dibe hêzek û got:“Kesayeta Ocalan ji bo Kurdan û gelên cîhanê dê ji ya niha gelekî mezintir be. Kesekî di girtîgehê de di nava tecrîdê de tê ragirtin û di heman demê de ji bo ramana rexnegir gelekî piştgirî kiriye, dê li tevahiya cîhanê roj bi roj zêdetir bê nasîn.”

Raul Zibechi: Ez dixwazim Ocalan bibînim û pê re nîqaşan bikim
7 sibat, 2021   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Raul Zibechi diyar kir ku li şûna ku mirov lîteratura kevneşopî ya klasîkên marksîst bixwîne, divê berhemên rêber Abdullah Ocalan werin xwendin û wiha got: “Em dizanin ku bi fikrên kevn tiştekî nû nayê kirin. Dibe ku bêyî mirovên ku ji aliyê serdestan ve tên çewisandin û xirab tên dîtin jî, ji bo ku em civakên nû ava bikin alîkariya me bike. Ev yek dê bikare ji bo azadbûna Ocalan jî bandorekê çêke.”

Zibechi nivîskarê beşa ‘Diyalogên Xeyalî yên bi Ocalan re: Nûkirina ramana rexnegir’ a pirtûka Diyalogên Avakirina Jiyana Azad e (rûpel 169).

Di vê beşa hevpeyvîna xwe de em bi nivîskar Raúl Zibechi re li ser paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan, girîngiya wê ya ji bo gelên bindest û cudahiya wê ji paradîgmayên din, axivîn.

Zibechi destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê li dijî tevahiya gel tê meşandin û got her çendî rêber Abdullah Ocalan di hucreyekê de tê girtin jî, armanc tevahiya gelê Kurd e û wiha berdewam kir: “Ji aliyekê ve vê peyamê didin gelê Kurd, ger hûn li ber xwe bidin û têbikoşin; tiştên anîne serê Ocalan dikare bînin serê we jî. Armanca vê yekê jî ew e ku wan ji têkoşînê dûr bixin. Tirkiye dixwaze ku gelê Kurd yekser bikeva nava têkoşînê. Vê yekê bi armanca qelskirina têkoşînê dimeşîne. Heke di navbera Ocalan û gelê Kurd de ragihandineke aktîf hebûya, wê di zindanê de jî bikaribûya rêveberî bikirya, rê nîşan bidaya  û armancan diyar bikira.”

CUDAHIYA PARADÎGMAYÊ

Zibechi da zanîn ku navenda referansê ya paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan di versiyona marksîzm-lenînîzm a Sovyetê de bû, lê di fikrên wî de ji modernîteya kapîtalîst, bi taybetî jî mentiqa dewlet û sermayeyê, veqetîneke radîkal çêbû.

Raul Zibechi got: “Bi qasî ku dizanim; ji nêrîna ekonomîst a navendî û biplan veqetîneke tam heye ku ev nêrîn jî berhema Sovyetê bû. Peyama Ocalan a li ser vê mijarê gelekî zelal e; em dikarin bi kurtasî diyar bikin ku kapîtalîzmê ne wek avabûneke aborî, wek desthilatê, wek cureyeke taybet a desthilatê di avakirina netewedewletên modern de, pênase dike. Bi vî rengî rê dide ku em sîstema ku me wek mifteya fêmkirina bikaranîna qanûnên aboriyê dibîne, nas bikin.

Ev yek ji bo tevgerên antîkapîtalîst û mafparêz yan jî ji bo fêmkirin û pêşbîniya rêveçûna pergalê, dikare teoriyên ku li ser daneyên aborî, bidin aliyekî. Rastî ew e ku pergal ber bi hêzekê ve diçe ku her roj di destê kêmahiyeke biçûktir de kom dibe.”

Têkildarî rewşa cîhanî ya ji bo fikrên rêber Abdullah Ocalan jî Zibechi mînaka Amerîkaya Latîn da û wiha got: “Ez difikirim ku tevgerên civakî yên li Amerîkaya Latîn, bi taybetî jî têkoşîna gelên xwecih û reşik nêzî fikrên Ocalan in, ev yek tê wê wateyê ku armanc ne bi hilbijartinê û ne jî bi rengekî 'şoreşger' nikare dewletê bi dest ve bîne. Bê guman ev helwest ya Zapatîstayan e jî ku em hîna hûrgiliyên wê hîn dibin. Lê belê roj bi roj gelên xwecih (li Şîlî û Arjantînê Mapûçe, li Kolombiyayê Nasa û Mîsak û heta gelên Amazonê) ji aliyên cuda ve, ber bi bidestxistina desthilatê ve, dimeşin.”

Li parzemîna me (Amerîkaya Latîn) ev raman wek 'xweserî' tên pênasekirin û ev avakirina xweseriyê ye ku ji kevneşopên Ewropayê serbixwe ye lê bi kevneşopên xwe ve jî girêdayî ye. Her çendî ew Ocalan nas nekin jî, em pêvajoyeke têkoşîn û berxwedanê ku têkiliya wê bi fikrê Ocalan re heye, dimeşînin. Ji ber ku gel sînorên modernîte, pêşveçûnxwazî û kapîtalîzmê keşif dike, ev yek pêk tê. Her wiha li Kurdistan û Amerîkaya Latîn, bi gotina Zapatîstayan ‘Şerê Cîhanê yê Çaremîn’ heye û bi ser de jî neolîberalîzm xwezayê jî dike meta û li hemberî gelan şerekî dimeşîne.”

NIFŞÊ ŞOREŞGER Ê DAWÎN Ê AMERÎKAYA LATÎN

Zibechi di pirtûka Diyalogên Avakirina Jiyana Azad de dibêje: “Salên 1960 'î dibe ku li Amerîkaya Latîn bi têgîna xwe ya klasîk nifşê dawî yê şoreşê bû. Şoreşa Kubayê, tevgerên gerîla yên li hemû welatên Amerîkaya Latîn, qetilkirina Che Guevara, li Şîliyê Allende û li Bolîvyayê avabûna hêza gel, di wê demê de bûn. Di heman demê de nifşê salên 1960'î nifşek bû ku di salên têkçûn û komkujiyên mezin de dijiya, ku bi sed hezaran mirov hatin kuştin û windakirin. Hêzên leşkerî-siyasî yên li El Salvador, Guatemala û Nîkaraguayê jî di wê serdemê de dest bi şer kir.

Wî nifşî EZLN jî ji nû ve zindî kir ku piştre li Meksîkayê derket holê. Ji ber ku di salên 1970'yî de ava bû, rewşa PKK'ê xwedî taybetmendiyên bi heman rengî ye. Rêberên PKK'ê jî mîna Ocalan ji nifşê wê serdemê tên. Ew jî, wek Immanuel Wallerstein jî diyar dike, zarokên Şoreşa Cîhanê ya 1968’an in. Ji ber vê yekê, divê em bizanin ka Ocalan çi nîşan da û pêşkêşî me kir piştî têkçûnên wê serdemê, têkçûna sosyalîzma Sovyetê û veguherîna Çînê ber bi dewleteke hegemon a kapîtalîst ve. Ev ji bo me pêwîst e ku em fêm bikin ka ji aliyê siyasî û çandî ve çi xizmetê ji me re dike û çi barî li milê me bar dike.  Ji ber ku di guherîna heyî de çanda siyasî girîng e. Ez bawer im yek ji sûdên herî mezin ên Ocalan, nêrîna wî ya li pirsgirêka jinan e. Ji vê hêlê ve dibînim ku li Amerîkaya Latîn di navbeyna fikrên Ocalan û Zapatîsta û tevgerên din ên gel de, hevgirtinek heye.”

Raul Zibechi wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ez dibînim ku divê mirov hema çerxên heyî negerîne û qalibên ku bi kêr nayên, dubare neke. Dubarekirina van qalibên heyî ji sala 1917’an ve (a rasttir ji beriya 1920’an ve) bû sedem ku tevgerên çepgir ên şoreşger serkeftî nebin. Ji vî alî ve Ocalan xwerexneyeke gelekî serkeftî dike ku dema vê yekê dike jî guherînê paşguh nake."

Ji salên 1960’î ve ku li Ewropayê komunîzm berbelav dibû û niha jî, di navbera pêşveçûnxwazî û guherandina rêgehê  de nakokiyek heye. Lê di dawiyê de her çendî nexwestibin jî, bûn parçeyekî wê. Îro partiyên mîna Syriza û Podemos û heta yên li Amerîkaya Latîn ji bo ku kapîtalîzmê bi rê ve bibin an jî serederiyê lê bikin, dev ji vê feraseta tevlîbûn-daxilbûnê berda û ber bi pêş ve gavek avêt.”

‘KESAYETA OCALAN DI NAVA GELÊN CÎHAN DE DÊ GELEKÎ MEZINTIR BIBE’

Zibechi têkildarî berbelavbûna paradîgamya rêber Abdullah Ocalan û xwendina pirtûkên wî di gelek zanîngehan de û ji aliyekî ve jî hîna girtî ye axivî û bi gotina “Nizanim. Ev rewşeke gelekî dilsoj e.” rave kir û wiha lê zêde kir: “Êş xwedî wê hêzê ye ku mirovan xurt dike. Li Antonio Gramsci binêrin ku di sedsala 20’an de fikrên wî gelekî bal kişand ser xwe û bû krîtereke herî girîng a ramana rexnegir û hurmetdariya milîtanî. Li gorî min fikira Ocalan berhemeke girtîbûna wî ya demdirêj û neheq û zarokeke dîrok û jiyana gelê wî ye."

Kesayeta Ocalan ji bo Kurdan û gelên cîhanê dê ji ya niha gelekî mezintir bibe. Kesekî di girtîgehê de di nava tecrîdê de tê ragirtin û di heman demê de ji bo ramana rexnegir gelek piştgirî  kiriye, dê li tevahiya cîhanê roj bi roj zêdetir bê nasîn.”

Têkidarî pirsa me ya ‘gelo tu dixwazî Ocalan bibînî û pê re nîqaşan bikî?’ jî Zibechi ev bersiv da: “Bê guman dixwazim. Ji ber ku em ji heman nifşî ne û ez dixwazim bizanim ka ev guherîn di fikra wî de çawa çêbûye. Em ji heman nifşî ne û em her du jî tevlî tevgerên siyasî bûn û her wekî Subcomandante Marcos jî gotiye; em hînî heman ‘eletewşî’yan bûn. Hevpeyvîneke wiha dê bibûya hevpeyvîna ‘gaziyan’. Lê rewşa wî hem gelek dijwarî û dezavantajên xwe hene, hem jî jiyana domdar a bi sedan salan a gelê Kurd berdewam dike. Bêguman ev rewşeke îstîsnayî ye û heke em bikarin wê jî hîn bibin, ev yek dê têra xwe sûdê bide têkoşînên rizgariyê.”

‘YÊN KU DAGIKRINA ROJAVA ŞERMEZAR NEKIRIYE, OCALAN JÎ NABE XEMA WAN’

Zibechi destnîşan kir ku baweriya wî pê tune ye ku dewlet an jî hikumetên cîhanê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan tu tiştekî bikin û wiha berdewam kir: “Yên ku nikarin êrişa Tirkiyê ya li ser Efrîn û Rojava şermezar bikin, dê jiyana lîderekî Kurd jî ne xema wan be.  Lê ez bawer im gelên cîhanê dikarin gelek tiştan bikin. A yekemîn, girîng e ku em fêm bikin ku jinan di şoreşa Rojava de roleke gelekî girîng lîstiye. Şoreşa Rojava ne tenê şoreşek e, tiştekî pir kûrtir e ku divê hemû gelên cîhanê pê bizanin.”

‘LI ŞÛNA KLASÎKÊN MARKSÎST DIVÊ BERHEMÊN OCLALAN WERIN XWENDIN’

Zibechi wiha lê zêde kir: “Ji bo gelên bindest girîngiyeke mezin e ku pirtûk û nivîsên Ocalan bixwînin û bibînin ku bi nêrînên xwe jî afirandina fikir û cîhanên nû pêkan e. Em nikarin bi fikrên kevn tiştekî nû bikin. Lewma xwendina Ocalan, li şûna xwendina klasîkên marksîst, dikare bibe alîkar ku civakên nû ava bikin. Ev yek dê bikare ji bo azadbûna Ocalan jî bandorekê çêke.”

RAUL ZIBECHI KÎ YE?

Di sala 1952’yan de li Montevîdeoyê ji dayik bûye. Di 17 saliya xwe de tev li Eniya Xwendekaran a Şoreşger bû ku girseya gel a MLN-Tupamaros bû. Di sala 1975'an de sirgûnî Buenos Airesê û sala 1976'an jî sirgûnî Spanyayê hate kirin. Di salên 1980’yî de di gelek rojnameyan de nivîskarî kir. Ji dema vegeriya Ûruguayê û vir ve di rojnameya Brecha ya heftane de xebitî. Piştî sala 1985’an bi taybetî bi tevgerên civakî yên Amerîkaya Latîn re xebitî. Di nava wan tevgeran de hem di peywirên perwerdeyê de xebitî, hem jî li ser analîza teorîk a çalakiya kollektîf xebitî.

19 pirtûkên wî li 17 welatan hatin weşandin û di sala 2017 'an de ji Universidad Mayor de San Andrés (La Paz, Bolîvya) xelata doktoraya rûmetê wergirt.

ANHA