Rûspî û serokeşîrên kurdan li ser xeteriya siyasetên dewleta Tirk hişyarî dan

Rûspî û serokeşîrên kurdan ên kantona Qamişlo bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin ku bi pey siyasetên dagikeriyê yên Erdogan nekevin, her wiha bang li hikumeta Şamê kirin ku li hemberî gefên dewleta Trik li ser herêmê erka xwe bi cih bîne.

Rûspî û serokeşîrên kurdan li ser xeteriya siyasetên dewleta Tirk hişyarî dan
7 sibat, 2021   05:09
QAMIŞLO- ÎSAM ABDULLAH

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi pêkanîna êrişên nû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di nav de herêma Dêrikê û Şengalê ya Başûrê Kurdistanê, hewl didin herêmên dagirkeriya xwe berfireh bikin.

Têkildarî mijarê, rûspiyên eşîrên Kurdan ên kantona Qamişlo li ser gefên dawîn ên dewleta Tirk li ser Dêrik û Şengalê ku piştî serdana wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar û hevdîtina wî bi rayedarên hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê re di 18`ê Çileyê de hatin xwarin, nêrînên xwe ji ANHA'yê re parve kirin.

Çavdêrê giştî yê Meclisa Rûspiyan a kantona Qamişlo û rûspiyê eşîra Tayi ya Kurd, Hewas Cidêi gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li ser Dêrik û Şengalê şermezar kirin.

Cidêi destnîşan kir ku gefên dewleta osmaniyan ne nû ne, lê belê bi destpêkirina Şoreşa Rojava re û heta niha gef li herêmê tên xwarin û got: “Dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û li wan herêman sûcên qirêj pêk anîn.”

Cidêi her wiha bêdengiya aliyên navnetewyeî li hemberî sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî şermezar kir û wiha got: “Cîhan li hemberî sûcên li Efrînê kor û lal e. Divê rêxistinên navneteweyî yên girêdayî NY`yî û welatên ku demokrasiyê îdia dikin li hemberî wan sûcan bi erka xwe ya mirovî û exlaqî rabe û li hemberî gefên dewleta Tirk li ser aramî û ewlehiya pêkhatiyên herêmê bisekinin.”

Cidêi di dewama axaftinên xwe de diyar kir ku gefên dewleta Tirk bi beşdariya hikumeta Iraqê û Îranê li ser Şengalê pir xeter in û got: “Armanca wan îzilekirina Başûrê Kurdistanê ji Rojava ye û vekirina dergeheke bazirganiyê di navbera Bexda û Enqereyê de ye ku xeteriyê li ser Başûrê Kurdistanê çêdike û di aliyê aborî de wê dorê lê teng dike. Her wiha girtina dergehê Îbrahîm El-Xelîl a di navbera Başûr û Tirkiyê de.”

'DIVÊ HIKUMETA BAŞÛR PIŞTIGRIYÊ BIDE ROJAVA'

Cidêi bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku piştgiriyê bide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: “Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî planên delweta Tirk sekinîn, divê hikumeta Başûrê Kurdistanê jî piştgiriyê bide Rojava û erkên xwe yên mirovî û exlaqî bi cih bîne û li hemberî dagirkeriya Tirk û planên wê bisekine.”

Cidêi bal kişand ser xetera dagirkeriya Tirk û got heke hikumeta Başûrê Kurdistanê têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re qut neke, dê çarenûsa wê xeter be û wiha domand: “Ji ber ku dewleta Tirk ne tenê eşîrekê yan partiyekî kurdî hedef digire, lê belê ew dixwaze gelê Kurd tune bike, bide koçberkirin û demografiya Kurdistanê biguherîne.”

Hewas Cidêi destnîşan kir ku rastiya dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd êdî tê nasîn û mafê PDK`ê tune ye ku di têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re îsrar bike û wiha got: “Têkiliyên PDK`ê bi delweta dagirker re xizmeta doza kurdî û mafên gelên Kurdistanê nakin. Ji lew re em ji hikumeta Başûrê Kurdistanê hêvî dikin ku nekeve xefka dagikeran.”

'DEWLETA TIKR TENÊ BI PEY BERJEWENDIYÊN XWE DIKEVE'

Koordînatorê giştî yê Meclisa Eşîran a herêma Rojhilat û rûspiya eşîra Harûnî, Osman Îbrahîm jî da zanîn ku dewleta Tirk tenê bi pey berjewendî û ajandeyên xwe dikeve û şerê hemû aliyên kurdî dike.

Îbrahîm wiha domand: “Wekî Meclisa Rûspiyan em rola gelan bi nirx dibînin. Divê li hemberî gefên dewleta Tirk amade bin, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze herêmên me dagir bike û hemû pêkhateyên herêmê tune bike.” Îbrahîm bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku hişyar be û nekeve çirava qirêj a Erdogan û siyasetên wê û bi pey komplo û planên delweta Tirk a dagiker nekeve.

Îbrahîm her wiha bang li PDK`ê kir ku refa kurdî bikin yek û wiha got: “Herêmên me di qonaxeke nazik re derbas dibin, ji bo serkeftina diyalogên kurdî-kurdî divê em bikin yek. Bi wê yekê em ê karibin êriş û gefên dewleta Tirk li ser herêmê rawestînin.”

'DIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ LI HEMBERÎ GEFÊN DEWLETA TIRK ERKA XWE BI CIH BÎNE'

Îbrahîm her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku li hemberî gefên dewleta Tirk erka xwe pêk bîne û got: “Erka hikumeta Şamê ye ku gelên herêmê biparêze û berpirsiyarên xwe li hemberî gefên dewleta Tirk berpirsiyarên xwe pêk bînin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sG2mb5mBgCI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>