Kesayetên bi rêbertî re civiyane soza xurtkirina têkoşînê da

Kesayetên welatparêz ên ku bi rêber Abdullah Ocalan re civiyane diyar kir ku rêbertî her tim banga xwerêxistinkirin, jiyana aştiyane ya hevbeş û yekitiyê dikir.

Kesayetên bi rêbertî re civiyane soza xurtkirina têkoşînê da
Kesayetên bi rêbertî re civiyane soza xurtkirina têkoşînê da
Kesayetên bi rêbertî re civiyane soza xurtkirina têkoşînê da
Kesayetên bi rêbertî re civiyane soza xurtkirina têkoşînê da
Kesayetên bi rêbertî re civiyane soza xurtkirina têkoşînê da
Kesayetên bi rêbertî re civiyane soza xurtkirina têkoşînê da
Kesayetên bi rêbertî re civiyane soza xurtkirina têkoşînê da
6 sibat, 2021   17:42
QAMIŞLO

Komîteya Rêbertî ya Rojava di çarçoveya çalakiyên ku bi boneya salvegera 22`yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li dar dixe de , civîneke girseyî li ser asta kantona Qamişlo li dar xist. Civîn bi dirûşmeya "Dem dema azadiya rêber Apo ye û azadî rêber Apo azadiya mirovahiyê ye" li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê li dar ket. Kesayetên welatparêz ên ku bi rêbertî re civiyane di civînê de amade bûn.

Di civînê de beşdaran qala hevdîtinên xwe yên  bi rêber Abdullah Ocalan re kir û diyar kir ku rêbertî her tim banga xwerêxistinkirinê, çareserkirina nakokiyên navxweyî û belavkirina fikirê azadî û demokratîk dikir.

Her wiha destnîşan kirin ku rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina berxwedan û têkoşînê li hember dijmin dikir.

Beşdaran destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan banga piştgiriya ciwanan dikir ji ber ku pêşengên civakê ne û gotin, rêbertî banga girîngiya perwerdekirina hemû pêkhateyan dikir da ku civak pêş bikeve û parastina destkeftiyên gelê azad bikin.

Beşdaran di nava nîqaşên xwe de îşaret bi rola jinan a di civakê de kir û wiha gotinên xwe dewam kirin:"Jin bi saya fikirê rêber Abdullah Ocalan ji hişmendiya mêrên desthilat rizgar bû û di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji jina têkoşer a azad re bû mînak.

Beşdaran her wiha da zanîn ku dema divê bi hevgirtinê kêmasî werin derbaskirin, civak were pêşxistin û fikirê rêber Abdullah Ocalan werin pêkanîn.

Civîn bi şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û soza xurtkriina têkoşînê bi dawî bû.

(eh)

ANHA