ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-02-2021
7 sibat, 2021   00:00

-Şêniyên Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Serdar li goristana Şehîd Delîl Saroxan dispêrin axê, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Xwendekarên Demokratîk a herêma Firatê bi diruşmeya  "Teqez em ê bi ser kevin" panelekê li parka Ronî War a bajarê Kobanê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Raul Zibechi got pergala heyî roj bi roj di destê hin kesan de dibe hêzek û got:“Kesayeta Ocalan ji bo Kurdan û gelên cîhanê dê ji ya niha gelekî mezintir be. Kesekî di girtîgehê de di nava tecrîdê de tê ragirtin û di heman demê de ji bo ramana rexnegir gelekî piştgirî kiriye, dê li tevahiya cîhanê roj bi roj zêdetir bê nasîn.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Qenaya ya rojavayê Kobanê li dijî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gurcîn, Avrîn, Munzir û Xoşnav ji bilî ku Kurd in tu guneha wan tune ye heta ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve werin hedefgirtin. Dagirketa Tirk jiyana her sê xwişk û birayên mayî veguherand êşên ku qet ji bîr nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Malbata gerîlayekî HPG`ê ku di 1992`yan de bi destê hêzên PDK`ê şehîd ketiye, bang li PDK`ê kir ku li rex dijminên doza Kurd nemîne û li şûna pêkanîna şerekî birakujî tev li hewldanên avakirina yekitiya Kurd bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspî û serokeşîrên kurdan ên kantona Qamişlo bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin ku bi pey siyasetên dagikeriyê yên Erdogan nekevin, her wiha bang li hikumeta Şamê kirin ku li hemberî gefên dewleta Trik li ser herêmê erka xwe bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro got, îsal dê deste çalakiya xwe zêde bikin û dê gelek projeyên ku kar û barên jinan ên li herêmê bi pêş bixe, çêkin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li gorî raporan, Komîteya Destûra Sûriyê li gel binkeftinên domdar êdî bê encam e. Li aliyekî din têkiliyên di navbera rêveberiya Biden û dewleta Tirk de destpêkeke xerab e. Dewleta Tirk şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve didomîne û xebatên navneteweyî yên bi armanca rawestandina vê tevgerê didomin. (BI WÊNE).

- Çavdêr ji ber encama dengdayîna li ser hilbijartinên serokatiya desthilata rêveber a nû ya Lîbyayê şoq ma. Ji ber ku ev hilbijartin ne li gorî texmînan hat û kesayetên berê û navgînî mîna Eqîle Salih û Fethî Başaxa bi dûr xistin û hin kesayetên ku bi terorê û nêzî dewleta Tirk tawanbar in, derxistin pêş. Gelo di vê derbarê de lihevkirinek çêbûye? (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê stranbêj Baqî Xido di salvegera wefata wî de bi bîr tîne, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bi berdewamkirina hewldanên provakasyon û derxistina fitneyê ji aliyê dewleta Tirk û hikûmeta Şamê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêx û rûspiyên eşîreyên ereb û kurd li Reqayê soza xwe bi QSD`ê û MSD`ê re nû kirin û gotin ew ê bi wan re di yek rêzê de bisekinin û tekez kirin ku Rêveberiya wan a rewa û ya tekane ji gelên herêmê re ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA