ꞌKomploya navneteweyî rêyeke nû ya berxwedanê ji gelên azadîxwaz re vekir'

Bi rasthatina salvegera 22`yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan Koodînasyona Kongreya Star bi hevkariya PYD'ê civîneke girseyî li Kobanê li dar xist.

ꞌKomploya navneteweyî rêyeke nû ya berxwedanê ji gelên azadîxwaz re vekir'
ꞌKomploya navneteweyî rêyeke nû ya berxwedanê ji gelên azadîxwaz re vekir'
ꞌKomploya navneteweyî rêyeke nû ya berxwedanê ji gelên azadîxwaz re vekir'
ꞌKomploya navneteweyî rêyeke nû ya berxwedanê ji gelên azadîxwaz re vekir'
6 sibat, 2021   16:43
KOBANÊ

Di 9`ê Cotmeha 1998`an dewletên navneteweyî komployeke li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk anîn û di encamê de roja 15'ê Sibata 1999'an rêbertî hate girtin û niha jî di girtîgeha Îmraliyê de di tecrîdeke giran de ye.

Têkildarî komployê Kongreya Star bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanêcivînek ji gel re çêkir. Bi dehan şênî beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endama Koodînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Rewşen Hacim axivî û got, komplo di şexsê rêber Abdullah Ocalan de dest pê kiriye hîn jî li hemû herêmên Kurdistanê berdewam dike, isbata vê yekê jî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, guhertina demgorafîk a bi armanca qirkirina gelê Kurd, qirkirina çandî û etnîkî ye.

Rewşen diyar kir ku komplo ne tenê li dijî rêbertî ye, di heman demê de li dijî hemû gelê bindest e û gelên ku banga azadiya rêber Abdullah Ocalan dikin.

Endamê PYD`ê şaxê herêma Firatê Ehmed Şêxo jî axivî û destnîşan kir ku Kompolya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan rihê berxwedanê yê li cem gelê Kurd zindî kir, rêbertî deriyê azadî û berxwedanê vekir, her çi qasî di nav çar dîwaran de ye, lê ji bo gelê azadîxwaz fikirekî nû pêş xist.

Şêxo di dawiyê de bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku projeya neteweya demokratîk bi ser bixin, ji ber ku mafên hemû gelan diparêze, destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê biparêzin û rêya berxwedanê ya rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin.

Endama Koodînasyona Kongreya Star a Kantona Kobanê Nûdem Şîlan axivî got:"Siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd ne cara yekemîn e, di şexşê rêber Abdullah Ocalan de hate destpêkirin û hîn jî li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê Kurd sûc têne kirin, lê bi saya fikir û felsefeya rêbertî hemû komplo têk çûn."

Civîn bi sloganên silavkirina berxwedana girtîgehan, bijî Şoreşa Rojava û bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Ev civîn di çarçoveya rêzecivînên ku Koodînasyona Kongreya Star û PYD`ê ji 31`ê meha derbasbûyî ve li dar dixin, pêk tê û dê ev civîn heta 15`ê vê mehê berdewam bike.

(eh)

ANHA