Gelê Tunisê li dijî hikumetê rabû

Gelê Tunisê bi dirûşmeya"Biçe" daket qadan û banga hilweşandina hikumeta li welat û serbestberdana girtiyên siyasî kirin.

Gelê Tunisê li dijî hikumetê rabû
6 sibat, 2021   17:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya salvegera 8`an a qetilkirin muxalifê siyasî Şukrî Belîd, gelê Tunisê di nav de hêzên siyasî, zêdetirî 60 rêxistinên mafên mirovan û partiyên siyasî yên muxalif xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşandêran li kolana El-Hebîb Borqîba ya li naverasta paytexta Tunisê dirûşmeya "Biçe" li dijî hikumetê heyî rakir û hikumet bi çewisandina azadiyan û nepêkanîna daxwazên gel tawanbar kir.

Li Tunisê aloziyeke siyasî rû daye, ev alozî pişt ku serokê hikumetê Hîşam El-Mişêşî yê ku desteka xwe ji Tevgera Nehdayê digire guhertin di hikumetê de pêkanîn û ji aliyê serokê Tunisê Qeys Seîd ve hate rexnekirin, derket.

Di meha derbasbûyî de li gelek bajarên Tunisê li dijî siyaseta çewisandinê xwepêşandan hatin lidarxistin, tê de û banga siyaseteke civakî ya edilane û serbestberdana bi sedan xwepêşandêrên hate kirin.

(eh)