Xwendevanên herî zêde serdana pirtûkxaneyê dikirin hatin xelatkirin

Bi sernava "Xwendevanek ji welatê min", Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê xwendevanên herî zêde di 2020’an de serdana pirtûkxaneya Mihemed Menla Xezîl kiriye, xelat kir.

Xwendevanên herî zêde serdana pirtûkxaneyê dikirin hatin xelatkirin
6 sibat, 2021   16:03
MINBIC

Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê ê xwendevanên herî zêde serdana pirtûkxaneya Mihemed Menla Xezîl kiriye, xelat kir, armanc ji vê yekê teşwîqkirina civakê li ser xwendiniyê ye.

Bi dehan rewşenbîr û endamên ji saziyên sivîl ên demokratîk ên Minbicê beşdarî merasîma xelatkirinê bûn.

Bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê Mihemed Qurbetay wiha got: "Ev xelatkirin li Minbicê ya yekemîn e û ne yê dawiyê ye. Ev diyarde tiştekî şaristanî, çandî û pêngaveke nû ya ji bo teşwîqkirina xwendevan û rewşebîran li ser xwendiniyê ye, da ku bibin pêşengê civakê."

Qurbetay wiha domand: "Em bi hêvî ne, pirtûkxane ne tenê bibe cihê parastina pirtûkan, lê belê bibe çavkaniya çand û zanînê. Ji ber derfeta xweperwerdekirinê dide û dihêle mirov dîrok û çandên dîtir bizane û bi wê re jî her ferdek ji tevahî aliyan ve zana dibe, bi taybet di vê merheleya êrişên çandî yên ji hêla dewletên kapîtalîst ve."

Dûvre 7 xwendevanên ku herî zêde di 2020’an de serdana pirtûkxaneyê Mihemed Menla Xezîl dikirin, hatin xelatkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/bDh53U2JTYQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>