Desthilata Lîbyayê ya nû kî ye û dê çi jê re pêşkêş bike?

Çavdêr ji ber encama dengdayîna li ser hilbijartinên serokatiya desthilata rêveber a nû ya Lîbyayê şoq ma. Ji ber ku ev hilbijartin ne li gorî texmînan hat û kesayetên berê û navgînî mîna Eqîle Salih û Fethî Başaxa dûr xistin û hin kesayetên ku bi terorê û nêzî dewleta Tirk tawanbar in, derxistin pêş. Gelo di vê derbarê de lihevkirinek çêbûye?

Desthilata Lîbyayê ya nû kî ye û dê çi jê re pêşkêş bike?
7 sibat, 2021   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Îniya borî, bi sponseriya navneteweyî li Cinêvê de endamên komxebata diyaloga lîbyayî li ser hilbijartina desthilateke nû deng da. Di encamê de Abdulhemîd Debîbe bû serokwezîr, Mihemed Yûnis El-Menfî bû serokê meclisa serokatiyê û Mûsa El-Konî û Abdullah Hisên El-Lafî bûn endamên meclisê.

Lîsteya Debîbe li hember lîsteya hevrikê wî 39 deng li hember 34 dengan wergirtin. Di lîsteya hevrik de, Eqîle Salih ê ku bernamzetê serokatiya meclisa serokatiyê ye, her du endamên meclisê Usama El-Ciwêlî û Abdulmecîd Seyf El-Nesir û serokê hikumetê Fethî Başaxa, hene.

Aliyên Lîbyayê bi armanca çareserkirina aloziyê gelek civînên, li hundir û li derve li dar xistin.

Aliyên bi nakok di 23’yê Cotmeha 2020’an li Cinêvê li ser agirbesteke mayînde li tevahî welat û vekişandina hêzên biyanî û çeteyan jî li hev kirin. Lê diyar e ku Enqere bi rêya piştevaniya hevalbenda xwe yên li Terablusê di binpêkirina lihevkirinan de bi israr e.

DEBÎBE, JI TAWANBARÊ BITERORÊ BER BI SEROKWEZÎR VE

Abdulhemîd Debîbe karsaz û siyasetmedarekî lîbyayî ye. Debîbe ji dewlemendên Mesratayê ye û alîgirê Îxwan El-Mislimîn û dewleta Tirk e.

Parlmantoya Lîbyayê di Hezîrana 2017’an de, Debîbe xiste lîsteya endam û blokên bi tawana terorê, ji ber ku alîgirê ketîbeyên çekdar ên girêdayî koma Îxwan El-Mislimîn e.

Li gorî tora Al-Arebiye, Debîbe serokê "Şepêla Pêşeroja Lîbyayê" ye, çalakiyên xwe yên siyasî dike, bi navê şepêla xwe beşdarî komxebata diyalogên Lîbyayê bû. Di gera yekemîn a diyaloga siyasî ya ku di Mijdara par li Tunisê li dar ketiye de, Debîbe bi dayîna pertîlan ji bo kirîna dengan hate tawanbarkirin. Ew jî bi rêya pismamê yê endamê diyalogê Elî Debîbe pêk hat. Da ku serokatiya hikumetê bi dest bixe.

MIHEMED YÛNIS EL-MENFÎ KÎ YE?

Serokê Meclisa serokatiyê Mihemed Yûnis Beşîr Bohewîş El-Menfî ji qebîleya El-Menfe ya Ereb a li rojhilatê Lîbyayê ye.

Mihemed El-Menfî ji hêla hikumeta Wîfaqê ve wekî balyozê Yewnanistanê hatibû erkedarkirin.Di dawiya 2019’an de ew qewitand. Ji ber ku Yewnanistan ji lihevkirina nexşekirina sînorê deryayî ya di navbera Wîfaq û dewleta Tirk de aciz bû.

SURPRÎZ

Girêdayî mijarê, analîzvanê siyasetmedar ê misirî Mistefa Emîn ji ANHA’yê re wiha axivî: "Karê vebijartinê ji nişkavan bû û diyar bû ku destwerdaneke mezin ji bo mijara tevlêkirin van kesayetan li nava lîsteyê û serxistina wan hebû."

Der barê bandora van kesayetan de, Emîn wiha domand: "Ev desthilat di bingeh de demkî û ji bo kêmî salekê ye heta ku hilbijartinên Lîbyayê pêk werin. Bi wê re jî dê bandora van kesayetan mezin be. Ev mijar jî ji bo hilbijartinên bê amadekariyek e. Ji ber ku dê hilbijartinên bê li gorî Fethî Başaxa û Eqîle Salih û kesayetên ku di dengdayînê de bi ser neketine, bin."

 ‘XWESTEKA NAVNETEWEYÎ BIDÛRXISTINA KESAYETÊN BERÊ YE’

Emîn wiha gotina xwe berdewam kir: "Pêkanîna dengdayîna bi vî awayî û li Cinêvê tê wateya ku destwerdaneke eşkere ji tevahî aliyên navneteweyî ve heye. Ev surprîz heta astekê dihat texmînkirin, lê hatibû dûrxistin. Diyar e ku xwesteka aliyên navneteweyî ya dûrxistina kesayetên berê heye da ku careke din wan vegerînin merheleya bê. Ez texmîn dikim ku ev yek wê pêk bê. Dê rola Fethî Başaxa û Eqîle Salih û gelek kesayetên dîtir ên ku di rêvebirina demkî de bi bin ketine, di hilbijartinên bê de mezin be."

‘DEBÎBE HEBÛNA DEWLETA TIRK DIPARÊZE’

Têkildarî sedemên hilbijartina Debîbe de, Emîn wiha da zanîn: "Têkilî û girêdanên wî bi dewleta Tirk re hene. Ji wê zêdetir ew ji Mesratayê ye û hibijaratina wî dê ketîbeyên li Mesrata û rola wan a bi hêz mîna ku îdiaya parastina Terablusê dikin, hêdî bike, dê di encamê de jî rewşa leşkerî ya li rojavayê Lîbyayê hêdî bibe."

Emîn diyar kir ku Debîbe dê têkiliyên leşkerî û aborî bi dewleta Tirk re berdewam bike û wiha axaftina xwe domand: "Dibe ku ji bo binxistina lihevkirina parçekirina sînorê rojhilatê Deryaya Spî ya girêdayî gazê de fişar hebin, lê texmîn nakim ku dê mijar bi dewleta Tirk re der barê vê yekê de berdewam be, nemaze ku bi awayekî mezin û girêk destwerdan kiriye. Di encamê de derxistina hêzên dewleta Tirk ji Lîbyayê mijarekî bigirêk e. Ev jî dê bihêle ku Abdulhemîd Debîbe parastina hebûna dewleta Tirk li Lîbyayê bike, ev mijar jî xeter e ji ber ku serketina Debîbe, tê wateya serketin û berdewam hebûna dewleta Tirk di dema pêş de ye. Lê dê hilbijartinên bê dê vê yekê pişrast bikin."

Der heqê, lihevkirina Rûsya-Tirkiyê de, Emîn ev nirxandin kir: "Ji ber rola civaka navneteweyî û herêmî ya yekser di derxistina rûyê dawî ya van hilbijartinan de hebû, ez texmîn dikim ku dewleta Tirk ji bo van kesayetan fişarê li hin aliyên Lîbyayê dike, ev yek jî di destpêkê de hatibû texmînkirin.Texmîn dikim ku Rûsya wek Amerîka û aliyên herêmî destwerdanê li xebata siyasî ya Lîbyayê nake. Bi wê re rola aliyê Tirkiyê ji ya Rûsyayê mezintir bû, ji ber tu kesayet girêdayî Rûsya tune ne, lê alîgirê dewleta Tirk hene."

 ‘TU TIŞTÎ NADE GELÊ LÎBYAYÊ‘

Emîn teqez kir ku ev kesayet tu tiştî nadin Lîbyayan, tenê ew rê û saziyan û rewşa li pêşiya xwe vedikin heta ku hilbijartin Kanûna 2021`an de werin lidarxistin.

 ‘ALOZIYA LÎBÎYAYÊ DÊ BIMÎNE‘

analîzvanê siyasî yê misirî wiha domand: "Aloziya çete û milîsan dê ya sereke û bigirêk bimîne. Ne bi tevlîkirina wan be wê neyê çareserkirin. Hikûmet û meclisa serokatiyê bi taybet dê bi awayekî mezin di çareseriyê de bi bin kevin. Ji ber ew ne hêz rasteqîn ên li ser erdê ne ku aloziyê çareser bike. Aloziya çete û milîsan dê heta pêkanîna hilbijartinan û piştî wê jî dewam bike. Aloziya Lîbyayê dê her tim hebe û dê bimîne."

Der barê sûdgirtina dewleta Tirk ji encamên dengdayînê de Emîn got: "Dewleta Tirk bi rêya destwerdana li Lîbyayê gelek armancên xwe pêk anîn. Serketina van kesayetan rêjeyî ye (Nisbî ye) tevî ku Fethî Başaxa yan jî yekî din ji meclisa serokatiyê bi ser bikeve dewleta Tirk bi awayekî mezin destwerdan kir û di pêşeroja nêz de zehmet e ku derkeve bi taybet ji herêma rojavayê Lîbyayê."

Analîzvanê siyasî Mustefa Emîn di dawiyê de wiha got: " Dewleta Tirkiyê wê destwerdanên xwe li Lbîyayê bidomîne heta ku hikumeteke nîştimanî were avakirin ku hebûna wê bi temamî red bike, hêzên wê bi temanî derxîne û peymanên pê re bi dawî bike. Ev yek jî bi hebûna Îxwan El-Muslimîn û îslamiyan û di rewşa leşkerî û siyasî ya Lîbyayê de, pir zehmet e."

(fr-bx)

ANHA