cenazeyên 104 qurbaniyên komkujiya Koço hatin veşartin

Cenazeyê 104 welatiyên Êzidî  yên qurbaniyên komkujiya Koço ku ji gorên komî yên Şengalê hatibûn derxistin, bi  merasîmekî olî  hatin veşartin.

cenazeyên 104 qurbaniyên komkujiya Koço hatin veşartin
cenazeyên 104 qurbaniyên komkujiya Koço hatin veşartin
cenazeyên 104 qurbaniyên komkujiya Koço hatin veşartin
cenazeyên 104 qurbaniyên komkujiya Koço hatin veşartin
cenazeyên 104 qurbaniyên komkujiya Koço hatin veşartin
cenazeyên 104 qurbaniyên komkujiya Koço hatin veşartin
cenazeyên 104 qurbaniyên komkujiya Koço hatin veşartin
6 sibat, 2021   15:25
ŞENGAL

Tîmên hikumetê û tîmên navneteweyî  yên pispor di çarçoveyê lêgerînê li gorên komî de, 18 gorên komî yên şêniyên gundê Koço yê Şengalê dîtin, ku di fermana 15'ê Tebaxa 2014'an de ya li ser Şengalê  hatibû qetilkirin.

Piştî ku nasnameya wan 104 qurbaniyan hate naskirin, îro merasîmek olî taybet ji bo êzîdiyan li gundê Koço hate li darxistin.  Di merasîmê de şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê, Yekîneyên Jinên Şengalê, nûnerên Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Partiya Azadiya Demokratîk a Êzîdiyan, Tevgera Jinên Êzîdî  û nûnerên saziyên sivîl, herwiha bi hezaran şêniyên herêma Şengal û rayedarên Îraqê, beşdar bûn.

Cenazeyên qurbaniyan li goristanek taybet li goristana qurbaniyên Koço  hatin veşartin.

Hêjayî gotinê ye ku zêdeyî 900 kes ji gundê Koço ji hêla DAIŞ'ê ve hatin revandin. Heya niha  663 kes hatin rizgarkirin û 140 kes jî çarenûsa wan nediyar e, di nav wan de 90 kes jinên Êzîdî ne.

(dx)

ANHA