QSD`ê li navçeya Deşîşa tuneleke çeteyên DAIŞ`ê dît

Di çarçoveya operasyona berfireh a QSD`ê ya ji bo tolhildana her du şehîdan Seida û Hind de, şervanan li navçeya Deşîşa tuneleke çeteyên DAIŞ`ê dîtin.

QSD`ê li navçeya Deşîşa tuneleke çeteyên DAIŞ`ê dît
6 sibat, 2021   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê roja înê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku bi beşdariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li herêma Dêrazorê û heta sînorên Iraq-Sûriyê, li dijî çeteyên DAIŞ`ê operasyoneke berfireh dest pê kirine.

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, di operasyonê de heta niha bi dehan şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li herêmê hatine girtin, her wiha di çarçoveya çalakiyên lêgerînê de li navçeya Deşîşa tuneleke girêdayî çeteyên DAIŞ`ê hate dîtin.

(cx)

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/OLrTHdWI_r0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>