Li Dirbêsiyê qurbaniyên komkujiya gundê Koço hatin bibîranîn

Yekitiya Êzidiyên Sûriyê û Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê ji bo 104 qurbaniyên komkujiya gundê Koço yê Şengalê li Dirbêsiyê merasîmek li dar xist.

Li Dirbêsiyê qurbaniyên komkujiya gundê Koço hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê qurbaniyên komkujiya gundê Koço hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê qurbaniyên komkujiya gundê Koço hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê qurbaniyên komkujiya gundê Koço hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê qurbaniyên komkujiya gundê Koço hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê qurbaniyên komkujiya gundê Koço hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê qurbaniyên komkujiya gundê Koço hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê qurbaniyên komkujiya gundê Koço hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê qurbaniyên komkujiya gundê Koço hatin bibîranîn
6 sibat, 2021   14:29
QAMIŞLO

Di 3`yê Tebaxa 2014`an dema ku çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrişî Şengalê kir, li gundê Koço komkujiyek pêk anî û bi sedan êzidî qetil kirin û bi hezaran jî revandin.  Çeteyan cenazeyên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin, di gorên komî de veşartin.

Heta niha li gundê Koço 18 gorên komî ku tê de cenazeyên 407 êzidiyan hebûn, hatine dîtin. Piştî 6 salan, hin tîmên hikumeta Iraqê û tîmên navneteweyî piştî ku cenazeyên 104 kesan dîtin û testên wan çêkirin, nasnameyên wan diyar kirin.

Îro, Yekitiya Êzidiyên Sûriyê û Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê ji bo 104 qurbaniyên gundê Koço yê Şengalê li gundê Xirbet Xezal ê navçeya Dirbêsiyê, merasîmek li dar xist. Di merasîmê de endamên Tevgera Civaka Demokratîk, rûspiyên eşîrên êzidiyan, saziyên civaka sivîl û endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) amade bûn.

Di merasîmê de hevserokê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Farûq Tozo wiha axivî: "Çeteyên hov bi çekên giran êrişî gundê Koço kir û bi hezaran kes ku piraniya wan jin bûn, revandin û birin cihên nediyar. Gelo şêniyên gundê Koço çi sûc kiribû, Şengalê çi sûc kiribû?"

Tozo bal kişand ser rola şervanên YPG û YPJ`ê di rizgarkirina gelê Şengalê de û diyar kir ku Şengal ne bi tenê ye û tevgera azadiyê li pişt wê ye.

Piştre endamê rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şaxê bajarê Hesekê Ferhad Dawûd qurbaniyên komkujiya Koço bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest. Dawûd got: “Dewleta Tirk bi komkujiyên li Şengalê yên bi destê çeteyên DAIŞ`ê pêk hatine, xwest bi navê DAIŞ`ê dîroka gelê Kurd tune bike."

Dawûd destnîşan kir ku divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê yek be da ku bikare li hemberî dijminên xwe raweste û wiha got: "Tevî ku YBŞ hat avakirin jî, lê dewleta Tirk, Iraq û PDK planeke nû li ser Şengalê amade dikin û dixwazin gelê êzidî yê li Şengalê qir bikin.”

Li gorî Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê di komkujiyê de 505 kes hatin qetilkirin, ji wan 420 zilam û 85 zarok û jin bûn. Her wiha hezar û 206 kes hatin revandin, ji wan 710 kes hatin rizgarkirin û çarenûsa yên mayî jî ne diyar e.

(sb)

 ANHA