Meclisa Rûspiyan a Herêma Rojhilat a Cizîrê ji ber gefên dewleta Tirk bang li NY kir

Meclisa Rûspiyan a êlên Herêma Rojhilat a Cizîrê gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, her wiha bang li NY`yê kir ku li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker bi erka xwe rabe.

Meclisa Rûspiyan a Herêma Rojhilat a Cizîrê ji ber gefên dewleta Tirk bang li NY kir
6 sibat, 2021   13:47
QAMIŞLO

Rûspiyên êlên Kurd, Ereb û Suryan li ber avahiya Meclisa Rûspiyan a Êlên Herêma Rojhilat a Cizîrê ya li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê kom bûn û têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengal û Dêrikê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla berdevkê fermî yê meclisê şêx Sînan Sîdûş ve hate xwendin. Şêx Sînan bang li rêxistinên mafên mirovan, Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê û hikumeta Şamê kir ku sînorekê ji êriş û gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê re deyne.

Şêx Sînan Sîdûş di destpêka daxuyaniyê de got: "Bi navê Meclisa Rûspiyan em gef û destwerdanên dewleta Tirk ên li tevahî herêm û welatan û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar dikin."

Sînan Sîdûş bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erka xwe li hemberî van gefan rabin û wiha domand: "Divê tevahî rêxistinên mafên mirovan, Meclisa Ewlehiyê, NY û dewleta Sûriyê bi erka xwe ya mirovî rabin ji bo bidawîkirina xetereyê li ser tevahî gelê Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

(dx)

ANHA