​​​​​​​Berxwedana girtiyan 72 roj in didome

Berxwedana girtiyên siyasî ya greva birçîbûnê 72 roj in didome. Çalakiya li Mexmûrê di roja 51`an û ya li Yewnenistanê jî di roja 34`an de ye.

​​​​​​​Berxwedana girtiyan 72 roj in didome
6 sibat, 2021   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên yên ji doza PKK û PAJK'ê li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tên ragirtin, li dijî tecrîdan li ser rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan, di 27`ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 15’emîn dewr girtiye, di roja 72’yemîn de didome.

MEXMÛR

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî, jinan di 18’ê kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpê kir, di roja 51’emîn de didome.

YEWNANISTAN

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 34'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.

(cx)