Hevdîtinên di navbera PYNK û ENKS’ê de dest pê dikin

Piştî ku hate ragihandin ku dê di vê hefteyê de dan û standinên di navbera PYNK-ENKS’ê ji nû ve dest pê bikin, hate zanîn ku dê mijarên Rêveberiya Xweser û dosya leşkerî werin nîqaşkirin.

Hevdîtinên di navbera PYNK û ENKS’ê de dest pê dikin
6 sibat, 2021   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

PYNK û ENKS amadekariyên destpêkirina gera sêyemîn a dan û standinan yên bi navbeynkariya Amerîkayê û bi însiyatîfa ku fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî sala 2019`an ragihandibû, dikin.

Di vê çarçoveyê de, fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî di 31`ê Çileyê de, li ser Twitterê nivîsand û got: "Armanca me serxistina dan û standinên di navbera ENKS û PYNK`ê de ye. Ji erka hemû kesî ye ku amadekariyên pêvajoya yekitiyê bikin, da ku em di rojên pêş de dest bi pêvajoyeke nû bikin."

Li gorî rayedarên her du aliyan, tê payîn ku ev pêvajoya ku di hefteya pêş de were destpêkirin, pêvajoyeke dijwar be. Ji ber ku hin noqteyên ku di pêvajoya duyemîn de lihevkirin li ser çênebûye û taloqî pêvajoya sêyemîn bûne anku mekanîzmaya nûnertiya ENKS`ê di Rêveberiya Xweser de û mijara ‘Çeteyên Roj’ mijarên giring ê van hevdîtinan bin.

Li gorî endama dan û standinan a di nava şandeya PYNK`ê de Sema Bekdaş, tê payîn ku pêvajoya sêyemîn a diyalogên di navbera PYNK û ENKS’ê de, piştî ku nûnerên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi her du aliyan re bi awayekî cuda civiyan, di hefteya pêş de were destpêkirin.

Sema da zanîn ku mijarên di pêvajoya sêyemîn de werin nîqaşkirin der barê nûnertiya ENKS`ê di nava Rêveberiya Xweser de û dosyaya leşkerî ye.

Sema got: "Em ê mijara yekemîn anku nûnertiya ENKS`ê di Rêveberiya Xweser de nîqaş bikin, lê der barê mijara leşkerî û derbasbûna pêşmergeyan de, em wek PYNK vê mijarê dihêlin ji QSD û ENKS`ê re."

Dan û standinên di navbera PYNK û ENKS’ê di 2019`an de dest pê kir. Gera duyemîn a dan û standinan di Mijdara 2020`an de ji ber hilbijartinên Amerîkayê hatibû rawestandinan.

(kc)

ANHA