Li Dêrazorê kesên nenas hewl da rûspiyekî qebîleya El-Igêdat qetil bikin

Duh mayinek li ber mala rûspiyê qebîleya El-Igêdat şêx Hisên Înad El-Mûfdî teqiya. Di encamê de ziyanên madî çêbûn

Li Dêrazorê kesên nenas hewl da rûspiyekî qebîleya El-Igêdat qetil bikin
6 sibat, 2021   09:52
DÊRAZOR

Duh mayinek li pêşiya mala rûspiyê qebîleya El-Igêdat şêx Hisên Înad El-Mûfdî li gundê Ebû El-Nîtil ê li bakurê rojhilatê Dêrazorê, teqiya. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.  

Nûçegihana ajansa me diyar kir ku duh saet di 11:00’an de mayin teqiya û destnîşan kir ku çavkaniyekî eşkere kir ku armanca teqîna mayînê, kuştina şêx Hisên bû.  

Ev cara duyemîn e ku kesên nenas hewl didin  şêx Hisên bikujin. Beriya 20 rojan jî kesên nenas dema şêx Hisên ji bajarokê El-Siwer vedigerî mala xwe, ew gulebaran kiribû.

(dx)

ANHA