Cenazeyên 104 qurbaniyên komkujiya gundê Koço yê Şengalê îro tên veşartin

Bi hezaran êzidiyên Şengalê li benda cenazeyên 104 qurbaniyên komkujiya gundê Koço yê Şengalê ne da ku wan li goristana gund veşêrin.

Cenazeyên 104 qurbaniyên komkujiya gundê Koço yê Şengalê îro tên veşartin
6 sibat, 2021   09:16
 ŞENGAL

Di 3`yê Tebaxa 2014`an de, piştî ku pêşmergeyên PDK`ê reviyan û gelê Şengalê bê parastin hiştin, çeteyên DAIŞ`ê êrişeke hovane bi ser Şengalê de anî. Di encamê de bi hezaran êzidiyan jiyana xwe ji dest da, çeteyan zêdetirî 5 hezar kes ku piraniya wan jin bûn, revandin û hîna çarenûsa 2 hezar û 869 kesan ne diyar e.

Gundê Koço yê li başûrê çiyayê Şengalê yek ji wan gundan e ku çeteyên DAIŞ`ê komkujî lê pêk anî. Piştî dorpêçkirina gund bi 12 rojan, şêniyên gund bangewaziyên çeteyan ên tevlêbûna ola îslamê red kirin, li ser wê yekê çeteyan jin û keçik ji gund revandin û zilam û jinên temenmezin kuştin û ew li gorên komî li nava gund veşartin.

Heta niha li gundê Koço 18 gorên komî ku tê de cenazeyên 407 êzidiyan hebûn, hatine dîtin. Her wiha zêdetirî 900 kes ji gund hatin revandin û ji wan heta niha 663 kes hatine rizgarkirin û hîna çarenûsa 140 kesan ne diyar e.

Piştî 6 salan, hin tîmên hikumetê û tîmên navneteweyî piştî ku cenazeyên 104 kesan dîtin û testên wan çêkirin da ku nasnameyên wan nas bikin.

Bi hezaran êzidiyên ji seranserê qezaya Şengalê îro kom bûn da ku cenazeyan li goristana gundê Koço li gorî rê û resmên olî veşêrin.

Li Bexdayê ji bo cenazeyên qurbaniyan bi beşarbûna rayedarên payebilind ên Iraqê û di serî de serokkomarê Iraqê Berhem Salih, serokwezîrê Iraqê, wezîr û endamên parlamantoya Iraqê, merasimeke fermî hatibû lidarxistin û piştre cenaze ber bi gundê Koço ve hatin şandin da ku li wir bên veşartin.

(cx)

ANHA