'Dewleta Tirk îslamê ji bo pêkanîna planên xwe bi kar tîne'

Serokê Saziya Olî ya bajarê Minbic û gundewarên wê Elî El-Cemîlî got, dewleta Tirk bi rêya ola îslamê hewl dide dewleta osmanî vejîne û tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne.

'Dewleta Tirk îslamê ji bo pêkanîna planên xwe bi kar tîne'
6 sibat, 2021   09:13
MINBIC

Elî El-Cemîlî ji ANHA`yê re axivî û nerastiya angaştên (idîayên) rayedarên AKP`ê yên derbarê îslamê û muslimnan de eşkere kirin û got, dewleta Tirk ji bo çavnebarî û pêkanîna planên xwe li herêmê ola îslamê bi kar tîne.

Serokê Saziya Olî ya Minbicê û gundewarên wê Elî El-Cemîlî wiha domand: “Piştî ku herêm ji rêxistina terorîst a DAIŞ`ê hate rizgarkirin, vê carê dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku bi xwe jî sûrî ne, lê li ser xwe bûyîna çete qebûl kirine, sûcan pêk tînin. Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de sûcên hovane pêk tînin, jin, zarok û her kesên ku pere pê re hebin, direvînin.”

Elî El-Cemîlî derbarê armancên dewleta Tirk ji sûcên ku pêk tîne de ev yek destnîşan kir: “Dewleta Tirk hewl dide êrişî herêmê bike, fîtneyê derxîne û gelên herêmê parçe bike da ku herêmên dîtir dagir bike û împeratoriya osmanî vejîne.“

El-Cemîlî behsa hikumeta Şamê jî kir û wiha berdewam kir: “Em rola ku hikumeta Şamê li herêmên me dilîze ji bîr nakin. Hikumeta li gel sûcên dewleta Tirk, fîtneyê di nava pêkhateyên herêmê de derdixe. Hikumeta Şamê bi armanca vegerandina hegemonya xwe li ser herêmên ku di bingeh de, dev ji gelê wê berdabû û bûbû sedem ku gel gelek êş û azaran bikişînin, eşîr û neteweperstiyê bi kar tîne. Hîna jî têkiliyên wê bi dewleta Tirk a dagirker re berdewam in.”

Elî El-Cemîlî behsa bikaranîna dewleta Tirk ji ola îslamê re kir, di vî warî de wiha axivî: “Dewleta Tirk ji vê olê dûr e. Lê bi navê islamê şer dike. Di cîhanê de islam bi ola hezkirin û aştiyê tê naskirin.“

Elî El-Cemîlî nirxandina xwe wiha bi dawî kir: “Dewleta Tirk ne ji bo belavkirina ola îslamê û ne jî ji bo parastina wê, axa Sûriyê dagir kir. Hemû çeteyên DAIŞ`ê bi rêya Tirkiyê di sînorên wê re derbasî Sûriyê bûn û ji dewleta Tirk re rê vekir ku împeratoriya osmanî ji nû ve vejîne. Piştî rizgarkirina herêmên me ji DAIŞ`ê, tevahiya terorîstên DAIŞ`î ji Tirkiyê hatin veguhestin û cih ji wan re hat peydakirin. Niha dîsa hewl didin li Iraq û Sûriyê bixin tevgerê.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fqqaBvKlbqo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>