Balafirên Rûsyayê çolistana Sûriyê bombebaran kir

Li gel operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ'ê, balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 100 êriş li dijî çolistana Sûriyê pêk anîn.

Balafirên Rûsyayê çolistana Sûriyê bombebaran kir
6 sibat, 2021   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê êrişên li dijî herêmên çolistana Sûriyê didomînin. Balafirên Rûsyayê roja înê (duh) nêzî 50 êriş û balafirên hêzên hikumeta Şamê jî 4 êriş pêk anîn.

Di 48 seatên dawîn de, zêdetirî 150 êrişên asîmanî pêk hatin.

Ji aliyekî din ve jî, çeteyên DAIŞ'ê li derdora zeviyên petrolê yên Teyîm ên başûrê bajarê Dêrazorê êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê kir. Di encamê de şer di navbera her du aliyan de çêbû û tê gotin ku kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.

SOHR'ê berê ragihandibû ku di encama êrişa DAIŞ'ê ya li dijî baregehên hikumetê yên rojhilatê Hemayê de, 19 endamên hêzên hikumeta Şamê, ji wan 11 endamên komên alîgirên Îranê, hatine kuştin.

)dm)