​​​​​​​Çalakiya ‘Em hemû Asayîş in’ di roja 67`an de ye

Çalakiya xelkê Şengalê a li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidîxanê, 67 roj in didome.

​​​​​​​Çalakiya ‘Em hemû Asayîş in’ di roja 67`an de ye
6 sibat, 2021   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên Şengalê di çerçoveya redkirina peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de û bi armaca xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja 67’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Ciwanê bi navê Xeyrî Hecî da zanîn ev du mehin ji bo îradeya xwe li ber xwe didin û got; “Bi vê çalakiya watedar re gelê me hîn zêde îrada xwe nas kir.”

Hecî bal kişand ser êriş û gefên dewleta Tirk jî û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk ji dîrokê heta niha xwestiye gelê Êzidî tune bike. Lê belê her tim me li hemberî êrişan li ber xwe daye û niha jî em li ber xwe bidin.”

(cx)