ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-02-2021
6 sibat, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Rûspî û Eşîrên herêma rojava têkildarî sûc û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye, daxuyaniyekê li ber avahiya xwe ya li Dêrikê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Til Hemîs tekez kir ku hewldanên komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê yên derbkirina biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê têk biçin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne, got siyaseta hikumeta Şamê û siyasetên dagirkeriya Tirk ên ji bo şikandina vîna wan wekî hev in û tekez kir ku ew ê li hemberî wan siyasetan berxwedanê dewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Saziya Olî ya bajarê Minbicê û gundewarên wê Elî El-Cemîlî piştrast kir ku dewleta Tirk bi rêya ola îslamê hewl dide dewleta osmanî vejîne û wê wek amûrekê ji bo pêkanîna planên xwe pêk bîne û tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeyê ya PYD`ê Arif Hebeş diyar kir ku bangawaziya hevserokê KCK`ê Cemîl Bayik ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd gaveke baş e. Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Kamîran Kenco bang li PDK`ê kir ku helwesta xwe ji doza Kurd diyar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamê Komîteya Parastina Rêbertî, Ferzende Munzir diyar kir ku kampanyaya " Ji Ocalan re azadî" ku li Afrîkayê, welatên Ereb û Ewropayê hatine destpêkirin, îsbat dike ku rêber Abdullah Ocalan sembolek cîhanî ye û ji bo mirovahiyê tê dikoşe. Munzir bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîdê şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Qamişlo bangl li ENKS'ê kir ku dev ji "Îtîlafa Sûriyê" berde û bi PYNK'ê re diyalogê pêk bîne da ku bi hev re armancên gelê Kurd pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pr. Andrej Grubacic destnîşan kir ku berdewamkirina dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan cihê şermê ye û got taybetmendiya sereke ku rêber Ocalan ji rêberên din ên siyasî cuda dike, ew e ku ji bo fêmkirin û şîrovekirina dîrokîbûn û rastiya siyasî ya serpêhatî û tecrubeyên xwe xwedî şiyaneke xurt e. (BI WÊNE Û DÎMEN). 

JIN

- Endamên rêveber ên Reqayê qetilkirina Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr şermezar kir û gotin: " Hedefgirtina jinan hewldanek ji bo lawazkirina projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi serkêşiya jinan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê behsa projeyên ku sala 2021`an pêk anîne kir û diyar kir ku ew hewl didin di sala nû de kovarekê ji bo werzîşê derxin û kampên havînên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin, her wiha gelek çalakiyên werzîşê li dar bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA