`ENKS'ê bi mayîna xwe di îtîlafê de xiyanetê li gelê Kurd dike `

Şêniyên Qamişlo bangl li ENKS'ê kir ku dev ji "Îtîlafa Sûriyê" berde û bi aliyên kurdî re diyalogê pêk bîne da ku bi hev re armancên gelê Kurd pêk bînin.

`ENKS'ê bi mayîna xwe di îtîlafê de xiyanetê li gelê Kurd dike `
6 sibat, 2021   08:37
QAMIŞLO- HÊLÎN ABDULLAH

Bertekên şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li hemberî mayîna Encûmana Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di nav "Îtîlafa Sûriyê" zêde dibe. Şênî bang li ENKS'ê dikin ku ji îtîlafê vekişe û ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebite.

Tevî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya "Îtîlafa Sûriyê" li dijî gelê Kurd li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Efrîn heya Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne, ENKS'ê hîn jî bi "Îtîlafa Sûriyê" ve girêdayî ye, ev yek bandoreke neyinî li hewldanên avakirina yekitiya Kurd dike.

/ar/uploads/files/2021/02/06/083149_fatmh-hsn.webp

Jina bi navê Fatima Hesen got: "Tevî ku îtîlafa Sûriyê tu girîngî nade hebûna kurdan û hîna jî gelê Kurd bi kêmneteweyan bi nav dike, dîsa jî ENKS'ê cihê xwe di nav îtîlafê de girtiye."

Fatima bang li ENKS'ê kir ku ji "Îtîlafa Sûriyê" derkeve û bi dijminên kurdan re nebe hevkar û wiha domand: "Em şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li ENKS'ê dikin ku ji Îtîlafa Sûriyê derkeve û bi dijminên kurdan re hevkariyê neke. Divê ENKS'ê destê xwe bixe destê aliyên kurdî û ji bo pêkanîna yekitiya kurdî bixebite."

/ar/uploads/files/2021/02/06/083109_abd-albaqy-hsyn.webp

Şêniyê bi navê Abdulbaqî Hesen got, tu wateya hebûna ENKS'ê di nav "Îtîlafa Sûriyê'' de tuneye û wiha domand: "Ji ber ku îtîlafê ku dawazên wê bi cih nayîne. Mayîna wê di îtîlafê de tenê ji bo berjewandî û destkeftiyên kesayetî ye. Em dibînin ku heke ENKS'ê di nava îtîlafê de bimîne, tu carî yekitiya kurdan pêk nayê." 

Hesen bang li ENKS'ê kir ku ji îtîlafa Sûriyê derkeve û diyalogê bi partiyên kurdî re bike da ku yekitiya kurdan pêk bîne û mafên gelê Kurd misoger bibe.

/ar/uploads/files/2021/02/06/083140_abd-alslam-hsn.webp

Şêniyê bi navê Abdulselam Hesen jî hebûna ENKS'ê ya di nav îtîlafa Sûriyê de wekî xiyanetek li dijî kurdan bi nav kir û wiha got: "ENKS'ê bi vê kiryarê li dijî tevgerên me yên kurdî kar dike. Divê ENKS'ê ji nû ve li biryarên xwe vegere û berê xwe bide diyalogê ji bo yekrêziyê ava bike."

 (dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/agnm6pmNiro" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>