Koçberên Efrînê: Armanca hikumeta Şamê û dewleta Tirk şikandina vîna me ye

Şêniyên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne, got siyaseta hikumeta Şamê û siyasetên dagirkeriya Tirk ên ji bo şikandina vîna wan wekî hev in û tekez kir ku ew ê li hemberî wan siyasetan berxwedanê dewam bikin.

Koçberên Efrînê: Armanca hikumeta Şamê û dewleta Tirk şikandina vîna me ye
6 sibat, 2021   08:14
ŞEHBA- LÎNDA ŞÊX

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçe zêde dibin, her wiha hikumeta Şamê bi rêya lihevkirinên bi dewleta Tirk re koçberên Efrînê dorpêç dike da ku serweriya xwe li ser şêniyên herêmê ferz bike.

Şêniyên Efrînê yên ku koçberî kantona Şehbayê bûne, ji ajansa me re axivîn.

Welatiyê bi navê Reşîd Qebilan ê ji navçeya Reco ya kantona Efrînê behsa gef û êrişên li dijî herêmê kir û wiha got: “Berxwedana me li Kampa Serdem dikeve sala 4`an. Tevî hemû astengiyên em dikişînin jî, hêviya me ya vegera Efrînê mezin e.”

Qebilan diyar kir ku çi qasî êrişên dagirkeran û lihevkirinên li dijî wan zêde bibin jî, ew qasî israr û berxwedana wan a ji bo vegera Efrînê jî zêde dibe û got: “Welatên ku qaşo pesnê demokratîkbûna xwe didin, ji bo xizmeta gelan tu însiyatîfên mirovî pêşkêş nakin, berevajî wê hewl didin ku fitneyê û şer di nava gel de derxin û sûcan li dijî wan pêk tînin. Ew sûc bi hevkariya hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, pêk tê.”

Qebilan komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Kanûna 2019`an de li navçeya Til Rifetê pêk anîbû ku di encamê de 8 zarok û kesên temenmezin şehîd bûbûn û bi dehan zaroka birîndar bûbûn, bi bîr xist. Her wiha bal kişand ser komkujiya ku di 23`yê Çileya îsal de pêk hatiye ku di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Welatiya bi navê Leyla Mihemed jî bêdengiya aliyên navneteweyî şermezar kir ku li hemberî koçberên Efrînê bi erka xwe ranabin û wiha got: “Armanca hêzên Kurdan ku şerê DAIŞ`ê kir, parastina hemû herêman bû. Wan li şûna tevahî cîhanê şerê terorê kir, lê belê civaka navneteweyî li hemberî me helwesteke neyînî nîşan da.”

Leyla destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan şerê gel dike û wiha domand: “Ew ji aliyekî ve û hikumeta Şamê ji aliyekî din ve me dorpêç dikin. Ew siyaseta birçîkirinê wekî rêbazekî ji bo ferzkirina serweriya xwe li ser gel bi kar tînin. Lê belê dê armancên wan pêk neyên. Em ê li hemberî hemû komplo û planan li ber xwe bidin, ji ber ku em li ser hêviya vegera li Efrînê dijîn.”

Ednan Mamo yê ji şêniyên navçeya Şêrewa jî got ew ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, di rewşeke zehmet de ne. Ednan her wiha diyar kir ku ew dorpêçê û siyasetên li dijî gel red dikin û hêvî dikin ku vegerin warê xwe.

(cx)

ANHA