Andrej Grubacic: Dîlgirtina Ocalan ji bo gelan fikareke mezin e

Prof. Andrej Grubacic destnîşan kir ku berdewamkirina dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan cihê şermê ye û got taybetmendiya sereke ku rêber Ocalan ji rêberên din ên siyasî cuda dike, ew e ku ji bo fêmkirin û şîrovekirina dîrokîbûn û rastiya siyasî ya serpêhatî û tecrubeyên xwe xwedî şiyaneke xurt e.  

Andrej Grubacic: Dîlgirtina Ocalan ji bo gelan fikareke mezin e
6 sibat, 2021   05:43
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Andrej Grubacic destnîşan kir ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan dê li ser hemû hikumet û saziyên navneteweyî yên cîhanê zextê çêkin û got: "Tevgera siyasî ya ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye pêşxistin û alternatîfa ku felsefeya wî pêşkêş kiriye, dikare bibe çareseriyeke rasteqîn."

Prof. Andrej Grubacic nivîskarê beşa "Utopya yan rastiyek ji vê çêtir çênabe" ya pirtûka Diyalogên Avakirina Jiyana Azad e.  

Di vê beşa hevpeyvîna xwe de me bandora rêber Abdullah Ocalan a li ser gelan, paradîgmaya wî û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi Pr. Andrej Grubacic re nîqaş kir.

‘TECRÎDA GIRANKIRÎ KIRÊT E Û NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Grubacic rêber Abdullah Ocalan wek “civaknasekî azadiyê û dîroknasekî cîhanê” dibîne û destnîşan dike ku tecrîda li ser Ocalan hem kirêt e hem jî nayê qebûlkirin û wiha dibêje: “Nebûna tu têkiliyekê bi malbat û parêzeran re, ne tenê binpêkirina herî bingehîn a mafên mirovan ên birêz Ocalan e, di heman demê de wek tecrîda li ser birêz Ocalan e. Lê belê gelekî girîng e ku mirov qebûl bike ku girtîbûn û tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê hewldana li dijî şexsiyetê ye, di heman demê de parçeyekî girîng ê hewldana dewleta Tirk ji bo tesfîyekirin, hepiskirin û şikandina tevahiya tevgera siyasî ya Kurd e."

‘ALTERNATÎFEKE KU HÊVIYÊ DIDE GELÊN BINDEST’

Grubacic bal kêşa ser armanca dewletên ku di Komploya Navneteweyî de cih girt û hewl didin tevgera siyasî ya Kurd lawaz bikin û hêz û bandora wê ya mezinbûyî ne tenê li Tirkiyê, li herêma Rojhilata Navîn jî bi awayekî zelal ji holê rakin û wiha axivî: “Bê guman birêz Ocalan û tevgera siyasî ya Kurd rêzgirtina ji bo demokrasiya rasteqîn, tevlêbûna etnîk, toleransê, jinan, kêmneteweyan, mafan, cudahiyên etnîk û olî daxwaz dikin û ev yek jî ji bo hemû rejîmên otorîter ên li herêmê metirsîyek e. Tevgerên siyasî yên ku li gorî fikiren birêz Ocalan li Sûriye û Tirkiyê bûne xwedî bandor, ji bo gelên bindest dibin hêviyek û alternatîfekê pêşkêş dikin. Lê belê wateya pêkanîna vê yekê jî dijberiya hikumetên despotîk ên li herêmê ye.”

‘GIRTÎBÛNA OCALAN DIVÊ JI BO HER KESÎ SEDEMA FIKARÊ BE’

Grubacic got tecrîda fizîkî ya li ser rêber Abdullah Ocalan divê ne tenê ji bo mirovên ku wî wek rêberê tevgera xwe dibînin, lê ji bo hemû gel û hêzên ku bi rastî jî ji azadî, demokrasî û mafên mirovan bawer dikin, fikaran çêke.

Grubacic got: “Şerm e ku destûr ji welatekî mîna Tirkiyê re bê dayîn ku prensîbên herî bingehîn ên mirovahiyê binpê bike û bi ser de jî hewl dide bibe endama Yekitiya Ewropayê û endama NATO û Konseya Ewropayê ye û bi hêzên rojavayî re gelek peymanên xwe yên bazirganî û leşkerî hene.”

Grubacic têkildarî tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Oclan got: “Gelek kes têkildarî rewşa Ocalan bi fikar in. Ji ber ku destûr nayê dayîn ku pêwendî pê re bê kirin û hevdîtin çêbin. Astengkirina mafên bingehîn ên birêz Ocalan û di nava tecrîdeke mutleq de hiştin, pêşî li destpêkirina pêvajoyeke aştiyê ya nû û watedar a li Tirkiyê digire. Ji ber ku gelek nakokiyên din hene, her wekî pêvajoya aştiyê ya li Îrlandayê, divê muzakereyên di navbera aliyên nakok de rasterast bên kirin û çareseriyên aştiyane bên pêşxistin. Heke destûr neyê dayîn ku bi birêz Ocalan re hevdîtin çêbin, ev yek jî ne pêkan e.

Birêz Ocalan di navbera salên 2013-2015'an de jî nîşan da ku ew dixwaze li Tirkiyê aştî pêk were û dikare vê yekê bike jî. Lê belê heta ku birêz Ocalan di nava tecrîdeke mutleq de tê girtin, lewma jî ev yek dê ne pêkan be."

‘ÇARESERIYÊN WÎ RADÎKAL IN Û TÊRA XWE JÎ PRATÎK IN’

Prof. Grubacic diyar kir ku taybetmendiya ku rêber Abdullah Ocalan ji gelek rêberên siyasî cuda dike ku ji bo azadî, demokrasî û mafên mirovan tê dikoşin, xwe dispêre şiyana wî ya bêhempa ya fêmkirin û şîrovekirina dîrok û rastiyên siyasî. Grubacic destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka mafên mirovan a bingehîn a li Rojhilata Navîn û cîhanê jî çareseriyên radîkal pêşniyar dike û wiha got: “Gelekî girîng e ku mirov fêm bikin bê ka fikir û têgihîştina siyasî ya birêz Ocalan di salên xwe yên girtîgehê de çawa bi pêş ketine. Çareseriyên ku ew îro pêşniyar dike radîkal in lê pir pratîk in. Tevgera ku îlham ji wan girt, gelek caran girêdana xwe ya bi prensîbên mafên jinan, mafê tevlêbûnê û toleransê nîşan da. Wan piştgiriya wan prensîban kir û baştir kirin."

Grubacic paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan bi van gotinan rave dike: “Perspektîfeke nû afirand ku cudakariya kevneşopî ya ku hewl dide cureyên nû yên netewedewletê ava bike, red dike.” 

Grubacic wiha dewam dike: "Heta ku pirsgirêkên bingehîn ên cudakariya zayendî, etnîk, olî û çînî bi aliyên siyasî yên nû re bên nirxandin, ji bo çareserkirina nakokiyan derfeteke nû û rasteqîn were pêşxistin û hate gotin ku di nava sînorên dewletên heyî de çareserî dikarin bên dîtin. Bi pêkanîna van rêgezan re dema ku rewş destûrê dide tevgera siyasî ya ku bi birêz Ocalan re tev digere, nîşan da ku alternatîfa ji hêla wî ve hatiye pêşkêşkirin, dikare bibe alternatîfa rasteqîn a ku ji bo her kesî dixebite. Ev yek ji bo bi milyonan mirovan fersendeke mezin pêşkêş dike. Lê bê guman ji bo rejimên despot û otorîter ên li ber vê vîzyona pêşerojê disekinin, gefeke mezin e."

Andrej Grubacic di pirtûka Diyalogên Avakirina Jiyana Azad de bi van gotinan gerdûnîbûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd vedibêje: “Heke îro Kurd di têkoşîna rizgariya gerdûnî ya civakê de li pêş in, ji ber vê yekê ye ku Kurd bi azadbûna xwe, azadbûna jiyanê û rizgariya mirovahî û xwezayê ve girêdayî ne.” (rûpel: 166)

‘DI SALÊN BÊ DE DÊ GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA KURDAN ZÊDETIR BIBE’

Grubacic destnîşan kir ku bêyî maf û azadiyên Kurdan, li herêmê aştiyeke rast û mayînde pêk nayê û got têkoşîna Kurdan ji têkoşîna ji bo mafê xwe gelekî wêdetir çûye û bi vî rengî têkoşîna wan a ji bo hemû gelên li herêmê di asta herî pêş de cih girt û Kurd ji bo hemû gelan rûmet, hurmet, edalet û demokrasiyê dixwazin.

Grubacic wiha dewam kir: “Têkoşîna lehengiyê ya Kurdan a li dijî DAIŞ'ê û rola ku jinan lîstiye gelekî girîng e. Bi milyonan mirovan îlham ji wan jinan girt. Berçavbûn û sedsalîbûna têkoşîna Kurdan a ji bo edaleta navneteweyî ya berfireh gelekî erênî bû û bê guman dê di salên pêş de girîngiya xwe zêde bibe.”

‘EM Ê HEWLDANÊN XWE BIKIN DU QAT’

Grubacic êrişên li ser gelê Kurd û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û ev bang kir:  “Em bang li dewleta Tirk û dewletên din ên li herêmê dikin ku êrişî Kurdan dikin; divê dest ji destekkirina cîhadiyan berdin. Bi dengekî bilind em bang li civaka navneteweyî dikin ku dest li komkujiyan, qirkirina etnîk û êrişên kirêt ên hatine kirin, werde. Em ê hewldanên xwe bikin du qat û zextê li hemû hikumet û saziyên navneteweyî yên li cîhanê bikin ku bi navê azadiya birêz Ocalan ji nû ve dest bi pêvajoya aştiyê bikin.”

PROF. ANDREJ GRUBACIC KÎ YE?

Serokê damezirîner ê Beşa Antropolojî û Guhertina Civakî ya San Franciscoyê ye. Eleqedariya wî ya li dîroka cîhanê û antropolojiya anarşîst, bandor li lêkolînên wî yên demokrasî û civakên bêdewlet jî kir. Li dû Peter Kropotkin û Marcel Mauss, dîroka cîhanê wek têkoşîna di navbera aliyên xêrxwaziyê de lêkolîn dike. Xebatên wî yên sereke li ser Qazaxên li herêma Donê, Korsanên li Atlantîkê, Qereçîyên li Makedonyayê, Qereçîyên Makedonyaê, Maroonên Jamaîkayê, girtiyên li Kalîforniayê, Zapatîstayên Meksîkayê û civakên otonom ên Kurdan in. Ev lêkolîn di pirtûka wî ya bi navê "Living at the Edges of Capitalism: Adventures in Exile and Mutual Aid" de heye. Vê pirtûkê Xelata Bursê ya 2017'an a Komeleya Sosyolojiyê ya Amerîkayê wergirt.

ANHA