Desteya Ciwan û Werzîşê ji bo pêşxistina behreyên ciwanan xebatên xwe zêde dike

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê behsa projeyên ku sala 2021`an pêk anîne kir û diyar kir ku ew hewl didin di sala nû de kovarekê ji bo werzîşê derxin û kampên havînên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin, her wiha gelek çalakiyên werzîşê li dar bixin.

Desteya Ciwan û Werzîşê ji bo pêşxistina behreyên ciwanan xebatên xwe zêde dike
6 sibat, 2021   06:04
REQA-XALID EL-CUMA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîngiyeke mezin dide ciwanan. Desteya Ciwan û Werzîşê girîngiyê dide warên perwerdekirina ciwanan û pêşxistina behreyên wan. Di wê çarçoveyê de gelek çalakiyên werzîşê yên cuda li dar dixe.

Di civîna salane ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku di 18`ê Çileyê de li avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê li dar ketiye, behsa çalakiyên ku desteyê li ser gelek astan li herêmê li dar xistine, hate kirin. Di dawiya civînê de, destpêkirina projeyên geşepêdana ciwanan û aktîvlkirina çalakiyên werzîşî li herêmê hat ragihandin.

Li ser mijarê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha Mihemed girîngtirîn projeyên ku sala borî pêk anîne û astengiyên ku rastî wan hatine bi bîr xistin.

Meha diyar kir ku ji ber pandemiya koronayê li tevahiya herêman gelek çalakiyên werzîşê û gelek projeyên avakirinê rawestîn.

Desteya Ciwan û Werzîşê di 2020`an de hewl da gelek avahiya werzîşê restore bike û 18 stadên futbolê li herêmên Cizîr û Firatê û herêmên Reqa û Tebqayê ava kirin.

Ji bo pêşxistina ciwanan di warê werzîşê de, desteyê 10 holên werzîşê amade kirin, jê 3 li herêma Tebqayê, 6 li bajarê Reqayê û holek li herêma Cizîrê hene.

Ji ber şerên li bajarê Reqayê rû dane, gelek avahiyên werzîşê wêran bûne, ji bo wê desteyê ajnegeha beledî ya li Reqayê û stada beledî restore kir û gelek klub aktîv kirin. Niha desteyê stada pêşbaziya hespan a li bajarê Reqayê restore dike.

Par desteyê gelek turnuve li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistin, jê turnuvaya kişik, volybolê, pîngpong û baskêtbolê. Li gorî plansaziya sala borî turnuvayek futbolê li dar ketiba, lê ji ber pandemiya koronayê hate pêşdexistin.

Desteya Ciwan û Werzîşê, derbarê hişyarkirin û zanakirina ciwanan ji madeyên hişbirê û zewicandina bi temenê biçûk, gelek semîner û civîn li ser astên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistin.

KOMPEK HAVÎNÊ Û KOVAREK WERZÎŞÊ, PROJEYÊN SALA 2021`AN IN

Meha Mihemed xebat û projeyên ku dê di sala niha de pêk werin eşkere kirin: “Gelek proje hene ku em ê îsal pêk bînin ku wê rolek di pêşxistina tevahiya çalakiyên ciwanan de bilîzin.”

Meha wiha pê de çû: “Em ê hewl bidin werşeyeke dirûnê ya cilên werzîşê li Reqayê ava bikin, turnuvayên tevahiya lîstokên tekesekî û komî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bixin.”

Meha da zanîn ku ew ê yekitiyeke giştî ya werzîşê ava bikin, qanûnên ji bo ruxsetkirina klubê nwerzîşê û birêxistkirina karê werzîşê derxin.

Her wiha Meha Mihemed diyar kir ku îsal dê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kovarek girêdyaî tevahiya çalakiyên ciwanan ên li herêmê derxin û wiha pê de çû: “Em ê navendên geşedanê û zanakirina ciwanan li tevahiya herêman ava bikin. Îsal wê mihrîcanên werzîşê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin lidarxistin mîna mihrîcana şehîd Stêrvan, Mihrîcana Werzîşê ya Salane ku li herêmê li dar dikeve.”

hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha Mihemed di dawiyê de da xuyakirin ku ew ê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampên havînê ji bo ciwanan ava bikin û ji bo zanakirina ciwanan û pêxistina behreyên wan, dê asta xebatên xwe xurtir bike.

(şx)

ANHA