‘Hikumeta Şamê dixwaze biratiya gelên herêmê têk bibe’

Şêniyên navçeya Til Hemîs tekez kir ku hewldanên komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê yên derbkirina biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê têk biçin.

‘Hikumeta Şamê dixwaze biratiya gelên herêmê têk bibe’
6 sibat, 2021   03:28
QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê der barê hewldanên hikumeta Şamê yên derxistina tevliheviyê û derbkirina biratiya gelan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, nêrînên xwe ji ANHA`yê re parve kirin.

/kr/uploads/files/2021/02/05/201927_-.webp

Xalêb El-Sedûn piştrast kir ku haya wan ji niyetên hikumeta Şamê yên qirêjî yên li herêmê heye û got: “Endamên Dîfaa Wetenî yên ser bi hikumeta Şamê ve li bajarên Hesekê û Qamişlo fitneyê derdixin û bi wê yekê armanc dikin ku hevgirtina civaka Sûriyê û ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bikin.”

El-Sedûn diyar kir ku êdî her kes çanda şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zîhniyeta hikumeta Şamê ku zêdetirî 40 sal e li ser gelê Sûriyê bar e û bi xwe re rûxandin û şer anî, nas dike û destnîşan kir ku demokrasiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hikumeta Şamê ditirsîne û gefê li hebûna wê dixwe.

El-Sedûn tekez kir ku li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser in û got tiştên ku hikumeta Şamê niha dike, ji ber hêrsbûna wê ji aramî û ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û ji ber wê yekê fitneyê belav dike û îstîqrara herêmê têk dibe.

/kr/uploads/files/2021/02/05/201907_-.webp

Erîc El-Berho jî hewldanên hikumeta Şamê yên derxistina fitneyê li herêmê, şermezar kirin û got: "Haya gel ji wê yekê heye. Bi hevgirtina gelê herêmê dê hewldanên wan têk biçin."

/kr/uploads/files/2021/02/05/202035_-_1.webp

Salah El-Zêdan jî diyar kir ku hikumeta Şamê dixwaze herêmê radestî komên “terorîst” bike û got: “Rejîmê berê jî em radestî komên terorîst kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk em parastin, herêmên me parastin û ji bo rizgarkirina gelê me fedakariyên giranbuha dan. Rejîm niha ji me çi dixwaze?”

El-Zêdan diyar kir ku hewldanên hikumeta Şamê yên derxistina fitneyê li bajarên Qamişlo û Hesekê, dikeve xizmeta dijminên gelê herêmê û bi taybetî xizmeta dewleta Tirk dike û got: “Ji lew re divê em refên xwe bikin yek û li hemberî van komployan bisekinin.”

El-Zêdan kiryarên hikumeta Şamê yên li herêmê şermezarin kir û destnîşan kir ku haya gel ji van tiştan heye û dê bi hemû hêza xwe ji bo têkbirina van planan kar bikin.

 (dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fio-JahdQWo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>