​​​​​​​Siyasetmedar: Divê PDK`ê helwesta xwe ji doza kurdî diyar bike

Endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeyê ya PYD`ê Arif Hebeş diyar kir ku banga Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik a ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd gaveke baş e. Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Kamîran Kenco bang li PDK`ê kir ku helwesta xwe ji doza kurdî diyar bike.

​​​​​​​Siyasetmedar: Divê PDK`ê helwesta xwe ji doza kurdî diyar bike
6 sibat, 2021   01:11
KOBANÊ

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên kurdan li Başûrê Kudistanê yan jî Rojava û bêhelwestiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya yekitiya Kurd ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pêk were, li ser qadên siyasî û gel tên şermezarkirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvînekê li gel Stêrk TV de ku di 29'ê Çileya 2021`an de hatibû weşandan, destnîşan kiribû ku derfeteke dîrokî li pêşiya gelê Kurd û wiha axivîbû: “Em ji gelê Kurd û cîhanê re dibêjin ku em ne li dijî tu hêzekê ne û ne li dijî hikumeta Başûrê Kurdistanê ne. Em pêşmergeyan qebûl dikin û pirsgirêka me bi tu kesî re tune ye.”

Her wiha diyar kir ku siyaseta qirêj a dewleta Tirk û PDK bi hev re dikin, ji bo gelê Kurd xeteriyek mezin ava kir, ev bang kir; Divê PDK soz bide ku sîxûriya Tirkiyeyê neke. Xizmeta siyaseta qirkirinê neke.

Derbarê mijarê de endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Kobanê Arif Hebeş got: “Nakokî dozeke nîştimanî ye û girêdayî gel e. Di doza gelê Kurd de dijminek heye dixwaze bi hevkariya aliyekî Kurd vî gelî qir bike. Lew ra gelê Kurd gihaştiye astekê ku êdî ji ber wan siyasetan nikare rihet bijî.”

/kr/uploads/files/2021/02/05/202324_-.webp

Hebeş îşaret pê kir ku gelê Kurd ji rûdanên ku li dora wî diqewimin têgihiştiye û wiha domand: “Gelê Kurd dixwaze yekitî pêk were da ku bigihêje ewlehiyê ku wî ji hewldanên dagirkirin a qirkirinê xilas bike, her wiha êdî piştgirtiya dijmin û şopandina rêya li dijî doza Kurd heta bi dagirkera Tirk re siyasetê bike an jî kar bike, qebûl nake.”

Hebeş da zanîn ku pêkanîna yekitiya kurdî di dema heyî de pêwîstiyeke lezgîn ku karibe berjewendiyên vî gelê bi cih bînin.

Arif Hebeş da xuyakirin ku banga Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê gaveke baş e ber bi pêkanîna yekitiyê û diyarkirina helwesteke kurdî yekbûyî li hemberî doza kurdî ve ye.

Ji aliyê xwe ve endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Kamîran Kenco derbarê mijarê de wiha axivî: “Tevî nakokiyan, lê gelek gav hene ku mirov dikare bi rêya wan yekitiyê pêk bîne. Divê aliyên Kurd helwesta xwe li hemberî doza kurdî û yekitiyê nîşan bidin.”

Kenco bang li PDK`ê kir ku helwest û siyaseta xwe ji doza kurdî û yekitiya gelê Kurd diyar bike.

/kr/uploads/files/2021/02/05/202353_-.webp

Kenco wiha pê de çû: “Em gihaştin asteke girîng û erênî ku pêwîste ji bo pêkanîna berjewendiyên kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê gav werin avêtin. Ji lew re divê partiyên siyasyî helwestên xwe bikin yek.”

(şx)

ANHA