ꞌProjeya me, projeya 15 hezar şehîdî ye, em ê parastina wê bikinꞌ

Endamên rêveber ên Reqayê qetilkirina Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr şermezar kir û gotin: " Hedefgirtina jinan hewldanek ji bo lawazkirina projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi serkêşiya jinan e."

ꞌProjeya me, projeya 15 hezar şehîdî ye, em ê parastina wê bikinꞌ
6 sibat, 2021   04:34
REQA-RÛBA EL-ELÎ

Çeteyên DAIŞ`ê di 22`yê Çileyê de Hevseroka Meclisa Bajarokê Til El-Şayîr a navçeya Deşîşa ya kantona Hesekê Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr qetil kirin û ev sûc jî li sûcên plankirî yên komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, zêde dibe.

Bertekên li dijî qetilkirina her du jinên têkoşer berdewam dikin.

/kr/uploads/files/2021/02/05/211930_-2.webp

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêvîn Şêxo li ser mijarê axivî. Hêvîn Şêxo destnîşan kir ku serkeftinên ku jin bi dest dixin dewleta Tirk a dagirker tevlihev dike û wiha got:"Serkeftinên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistin, dihêle ku dewleta Tirk her tim di nava fikaran de be. Em xwedî tivingeke xurt in ku pê şer dikin, tivinga me fikir û serkeftina ye ya ku me li pêşberî hemû cîhanê pêk aniye."

Hêvîn Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk her tim hewl dide deng, hêz û îradeya jinan têk bibe, sûcê li dijî her du rêveberan Hind El-Xidêr û Seida El-Hermas vê yekê nîşan dide. Hêvîn got: "Bila tevahî mirovahî ji vê sûcê ku li dijî jinên azad hatiye pêkaîn, şerm bike."

ꞌDIXWAZIN PROJEYA ME TÊK BIBIN JI BER KU BANGA AZADIYA JINAN DIKEꞌ

Hêvîn Şêxo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser armanca binghîn a sûcên qetilkirinê û wiha pê de çû: "Armanc têkbirina îradeya jin û projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin, ji ber ku ev proje banga azadiya jinan dike û jin li van herêman bûne mînak."

Hêvîn Şêxo diyar kir ku ev sûc ne tiştekî nû ne, her tim jinên siyasetmedar, serkeftî û birêxistinkirî dike armanc. Hêvîn sûcê şehîdxistina siyasetmedar û Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef mînaka vê yekê da û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li van sûcan bînin.

ꞌEM Ê LI BER XWE BIDIN JI BER KU EM MAFDAR INꞌ

Hêvîn Şêxo da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser xwe dispêre hêmanên sereke, ji wan azadiya jinan e, ji lew ra çeteyên dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ`ê û şaneyên veşartî hewl didin vîna azad a jinan bişkînin.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêvîn Şêxo soza şopandina rêya şehîdan da û wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Projeya me projeya 15 hezar şehîdî ye, em ê tawîzan nedin, berovajî vê yekê em ê têkoşîna xwe xurttir bikin."

ꞌTERORA WAN NIRXÊN MIROVAHIYÊ DERBAS KIRꞌ

/kr/uploads/files/2021/02/05/211952_-1.webp

Endama Nivîsgeha Rêxistinkirina Jinan a Meclisa Jinan a Sûriyê Suhêr El-Senûh jî got:" Gelê me ji ber kiryarên komên girêdayî hikumeta dewleta Tirk hîn azaran dikişînin, nexasim di demên dawî de û ji cîhanê re isbat kir ku terora wan pîvan, qanûnên navneteweyî û nirxên exlaqî derbas kirine."

Suhêr îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ku desteka xwe jê digirin, kir û  wiha domand: "Bi sûcên ku dikin bê exlaqiya xwe eşkere dikin, ku di bin koletiya dagirkerî ya hovane ya Osmanî de kar dikin, dewleta Tirk bê exlaq bû û hîn jî dûrî exlaq e."

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Jinan ya Meclisa Jinan a Sûriyê Suhêr El-Senûh wiha gotina xwe qedand:"Erdogan di şexsê jina azad a pêşeng hewl dide projeya Rêveberiya Xweser derbe bike."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HT-rE1v9UkM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>