NY: DAIŞ û El-Qaîde hîna li ser Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê xetere ne

Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê di raporeke xwe de eşkere kir ku çeteyên DAIŞ`ê û rêxistina El-Qaîde li Misir, Lîbya, Nîvgirava Erebî, Iraqê û Sûriyê çalak bûne û piştrast kir ku piraniya çeteyên ku çûne Lîbyayê, welatiyên Sûriyê ne.

NY: DAIŞ û El-Qaîde hîna li ser Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê xetere ne
5 sibat, 2021   11:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê di raporê de behsa rewşa DAIŞ û El-Qaîdeyê li Misir, Lîbya, Sûriye, Iraq û Yemenê kir û piştrast kir ku peymana agirbestê ya di navbera aliyên şer ên Lîbyayê de sûd li xebatên têkoşîna li dijî terorê kir.

Endamên Meclisa Ewlehiyê fikarên xwe li ser veguhastina çeteyan ji bakurê Sûriyê bo Lîbyayê anîn ziman û destnîşan kir ku ew çete ji aliyê rêxistinî ve ne girêdayî “Tehrîr El-Şam” in lê belê girêdayî “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” ne.

Di raporê de hate destnîşankirin ku piraniya çeteyên sûrî yên li Lîbyayê, her wiha piraniya yên ku tev li şerê li başûrê Qafqasyayê bûne ji “Lîwa Sultan Murad” in û diyar kir ku çeteyên wê komê xwedî îdeolojiyeke radîkal in û çeteyên berê yên DAIŞ`ê tev li refên xwe kirine.

Li aliyekî din, çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê tevî astengiyan û tevî ku gelek serçeteyên wan di 2020`an de hatin kuştin jî, lê hîna dikarin li herêmên sînorê bi Iraqê re çalakiyan pêk bînin.

Meclisa Ewlehiyê di rapora xwe de destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê, El-Qaîde û rêxistinên din ên girêdayî wan, dikarin xwe li cihên veşartî bi cih bikin û ji civakên herêmî piştgiriyê bigirin.

Li gorî raporê, nêzî 10 hezar çeteyên DAIŞ`ê li her du welatan hene û piraniya wan li Iraqê ne, lê tevî wê yekê ji ber zexta hêzên Iraqê hêza wan a êrişkirinê kêm bûye.

Raporê her wiha diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê rêzeçiyayên Hemrîn li parêzgehên Diyale, Kerkûk û Selaheddîn ên Iraqê wekî spartgehên ewle bi kar tînin. Li Sûriyê jî li herêma Dêrazorê û li Idlibê ya di bin serweriya Tehrîr El-Şam a alîgira El-Qaîdeyê de, bi cih dibin.

Raporê daxuyand ku çeteyên DAIŞ`ê çolistana Dêrazorê ji bo pêkanîna êrişan li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên hikumeta Şamê bi kar tînin.

Li gorî raporê Tehrîr El-Şam hîna koma serwer e li bakurê rojavayê Sûriyê û ji 10 hezar çeteyan pêk tê.

(cx)